Di nav şaredariyên serkeftî de Şaredariya Rezan di nav dehên pêşîn de ye
13:17
Zehra DOĞAN / Gülşen KOÇUK - JINHA
AMED – Di lêkolîna ku di derbarê serkeftina şaredaran de hatiye kirin de, di nav 75 şaredarên navçeyên navendî de şaredara Şaredariya Rezan Yuksel Baran di nav dehên pêşîn de bû şaredara jin a yekane.
Di derbarê rêjeya serkeftina şaredaran de di lêkolîna ku Şirketa Lêkolînê ya bi navê Sonar di adara sala 2012’an de kiribû de, di nav 75 şaredarên navçeyên navendî de Şaredara Rezan Yuksel Baran di rêza 7’emîn de cih digire. Di anketa ku li li navçeyên navendî yên ku hejmara hilbijêran di ser 30 hezarî de ne, hatiye kirin de ji komên cuda ên civakî-aborî û civakî-demografîk, bi 24 hezar kesan re hevdîtin hat kirin. Yuksel Barana ku di nav 75 navçeyên navendî de wekî şaredara jin a yekane ku ketiye nav dehên yekemîn, got; “Ev serkeftin tenê ne serkeftineke kesane ya ku aîdê min e. Li vê derê kedeke ku kom bûye heye. Ev serkeftin, serkeftina hemû xebatkarên me ye.” Li gelemperiya Tirkiyeyê li hember kêmaniya şaredarên jin, Yuksel Barana ku kirpandina 14 şaredarên jin ên BDP’î kir, diyar kir ku di rêveberiyên herêmî yên li gelemperiya Tirkiyeyê de bihêzkirina jinê dê van encaman biguherîne. Dîsa anî zimên ku piştî rêveberiyên herêmî yên ku di sala 2009’an de hat kirin de tevî ku li hember şaredariyên BDP’î pêkutiya siyasî, girtin û bêderfetiyên aboriyê hebûn jî, serkeftinê bi dest xist û diyar kir ku vê serkeftinê deyndarê BDP’ê ku li hember jinê, ekolojiyê, nêzîkahiya civakê û felsefeya wê ne. Yuksel Baran diyar kir ku tevî bêderfetiyan jî 3 serdem in ji hêla serokên BDP’ê tên birêvebirin, axaftina xwe wiha domand;
“Wekî partî û şaredarî felsefe û nêzîkahiya me ya ku her derfeta dikeve destê me, em ji bo gelê xwe bi kar bînin, heye. Felsefeya me ya zêdetir xwe spartina gel, tevkariyan di asta herî jor de girtin, xebatên jinê û azadiya jinê esas digire, heye. Ji pêvajoya ku şaredariyên me di destê partiya me de ne, gel li şaredariyan xwedî derdikeve, dikare pêdiviyên xwe bîne zimên, rexne bike, venêrînê bike û pêşniyazan pêşkêş dike. Serkeftina ku me bi dest xistiye, encamên van mercan in.
Fotoğraf: Hangül ÖZBEY
Kamera: Zehra DOĞAN
KURDÎ: Ruken SARILI
(gk/hp/rs)

