MUKAD-DER: Em bajarê jin têde azad be dixwazin

15:02

Şehriban Aslan / JINHA


MÛŞ – Bi nêzbûna hilbijartinên herêmî re endama MUKAD-DER’ê Civaknas Tuba Gur talebên jinan anî ziman û diyar kir ku divê hemû partiyên siyasî di rêveberiyên herêmî de îmza bavêjin binê gelek projeyên li dijî şideta li ser jinan û got: “Ji bo jinan avakirina bajar û kolanên bi ewle ne ji bo rantê bila bixebitin. Divê ji bo jin bi azadî bikarin bijîn cihên bi ewle bên avakirin.”


Di derbarên helbijartinên herêmiyên 30’ê Adarê ji Komeleya Jinan ya MÛŞ’ê MUKAD-DER’ê Civaknas Tuba Gur nêrînên xwe anî ziman. Tuba da zanîn ku ji derveyî BDP û HDP’ê hemû partiyên dinê yên siyasî bi mêran dikevin hilbijartinên herêmî. Tuba destnîşan kir ku carekedinê li Tirikyê jin di paş de man û wiha got: “Di pêvajoyên jin rolê pêşengiyê ne girin de mirov nikare qasa demokrasiyê bike.” Tuba derbirî ku ew weke komele li ser pirsgirêkên jinan kareke giring dikin. Tuba anî ziman ku divê di siyasetê de jin bi hişmendiya jinan bixebitin û wiha axivî: “Li cihê ku jin di mekanîzmayên biryargirtinê de cih negirin li wê  qala demokrasiyê nayê kirin.”


‘rêya mutfexê nîşanî jinan didin’


Tuba diyar kir kul i Tirkiyê partiyên siyasî weke “kuluba mêran” xebatên xwe yên siyasî birêve dibin. Tuba da zanîn kul i Tirkiyê polîtîkaya heyî her dem riya mutfexê nîşanî jinan didin û med ya jî piştevaniya vê dike. Tuba reklam mînak da û wiha domand: “Em her dem reklamên filîman yên weke jin bi hembêzkirinê hevserê xwe dişîne kar û mêr jî destê xwe bi serê hevsera xwe de tîne û bi gotinên: ‘Ez di mala xwe de kêfxweşim’ dibînin. Tê dîtin ku jin di tu mekanîzmayên biryardayînê de nîne. Heta dide nîşandan ku divê jin neçin kar.”


‘Mêr naxwazin jin din ava siyasetê de cîh bigirin’


Tuba bilêv kir ku mêr naxwazin jin din ava siyasetê de cîh bigirin û wiha berdewam kir: “Mêrên siyasetmendar bi hişmendiya ‘emê bi jinan wenda bikin’ jinan ji qadên siyasetê dur dixin. Ez tevlî van gotinan nabim. Yek ji sedemên sereke yê durketina jina ji qasa siyasetê hişmendiya mêran ya deshilate. Bi van nêzîkatiyan mêr di siyasetê de wenda dikin. Gotinên weke ‘jin giringin ew taca serê mene’ giringiya xwe wenda kirine. Jin ji gotinan zêdetir dixwazin bi helwest û hişmendiya xwe di tevayî herêmên jiyanê de cîh bigirin.”


‘Jinan di karê weke ofîsan de hebs nekin’


Tuba da zanîn ku di rêveberiyên herêmî de aktîf rol girtina jinan di ji bo kêmkirina şideta li ser jinan projeyên giring pêşbixin û got: “Em weke jin dixwazin jin di rêveberiyên herêmî de cîh bigirin, şideta mêran bê kêmkirin û bajar bibin cihê bi ewle jiyankirina jinan. Em dixwazin navendên tenduristiyê ji bo jinan bên vekirin. Di rêveberiyên herêmî de koteya jinan bê danîn. Lig ora zayendiyê cidabûna kar neyê kirin. Jin di ofîsan de neyên hebiskirin. Jin tevlî mekanîzmayên biryardariyê bibin.”


(zt)