Li Wanê xebatkarê Otelê Kadîr Înan bi guleya polîsan hat birîndar kirin

15:40

JINHA


WAN - Li Wanê piştî mîtînga AKP'ê bûyer derketin. Di bûyeran de polîsan guleyên rastîn berda Kadîr Înan û Kadir ji sînga wî ve birîndar kirin. Kadir bi guleyê ve ket xwar. 

AKP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji bo Serokwezîr Erdogan li Wanê mîtîng pêk anî. Piştî ku mîtîng bi dawî bû û Serokwezîr Erdogan ji Wanê qetiya polîsan mudaxaleyî girsê kir. Koma ku hatina Erdogan şermezar kir û çalakî pêk anî rastî mudaxaleya polîsan hat. Li Bajêr mîtîng berdewam dikin. Polîsan li qada Beşyolê li ber Otela Grandê guleyê rastîn berda ciwanê Kadir Înan ê 25 salî û ji sînga wî ve birîndar kirin. Kadir ku bi guleyê re ket xwar rakirin Nexweşxaneya Taybet a Stenbolê. Der barê tenduristiya Kadir de tu agahî nehatin girtin. 


Di navbera xwediyê otelê û polisan de jî niqaş derket. Li qadê jî bi dehan dûvikên guleyên rastîn hatin dîtin. Gelek gule jî li otelê ketin. Li ber buroya hilbijartinê ya BDP'ê jî bi hezaran kes kom bûn û rageşiya li Bajar berdewam dike. 


(zt)