KCDP ji bo Ozge Gundogan ya hatî qetilkirin meşiyan
16:13
JINHA
STENBOL- Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ji bo hesabê Ozge Gundogan ya ku di 6’ê Adarê de ji aliyê hevalê xwe yê mêr yê berê ve hate qetilkirin bipirsin meşîn. Jinan ji bo Ozge meş û çalakiya runiştinê pêkanîn. Jinan bi rektor re hevdîtin kirin. Di dema hevdîtinê de rektor bi gotinên weke “emê nîqaş bikin” nêzbû, jinan bertek nîşanî van gotinan dan û gotîn: “Li hemberî qetilkirina xwendekarên xwe bêdeng dimînin û pêdivî pê na bînin ku daxuyaniyekê bidin. Ev dide nîşandan ku jiyana jinan bê nirx dibînin.”
Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan ji bo xwedîderketina li Ozge Gundogan ya ku di 6’ê Adarê de ji aliyê hevalê xwe yê mêr yê berê ve hate qetilkirin meşîn. Jin meşiyan ber derê Rektora Zanîngeha Stenbolê. Gelek jin tevlî meşê bûn û jinan sloganên weke “Emê hesabê Ozge bipirsin” berzkirin. Di dawiya meşê de jinan li ber Rektora Zanîhgiha Stenbolê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Xwişka jinek dinê ya hatî qetilkirin Muhterem Goçmen Çîgdem Evcîl jî tevlî meşê bû û got: “Ez bang li Serokwezîr dikim ew bi gotinên ‘xwişkên minên turbanli’ Milet dixapîne û qetilkirina jinan diparêze.”
‘Dê êdî çî binirxîne?’
Jinan daxuyanî xwendin û di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku dê hesabên jinên hatine qetilkirin bixwazin û majê jiyan kirina jinan biparêzin. Jinan di derbarê hevdîtina xwe ya bi Rektor re agahî dan û gotin: “Rektor bi gotinên weke ‘emê daxuyanî nedin lê emê rewşê binirxînin’ bi me re axivîn. Li hemberî qetilkirina xwendekarên xwe bêdeng dimînin û pêdivî pê na bînin ku daxuyaniyekê bidin. Ev dide nîşandan ku jiyana jinan bê nirx dibînin. ”
(zt)

