Îmza bidin kampanyeya 'Ji Ocalan re Azadî'
17:05
JINHA
AMED – Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kampanyaya îmzeyan a 'Ji Ocalan re Azadî' hat destpêkirin û di çarçoveya kampanyayê de li Amedê 600 hezar îmze hat berhevkirin.
Ji aliyê Platforma ji bo Aştiyê ji Ocalan re Azadî, bi dirûşma 'Ji Ocalan re Azadî' kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin û bi boneya kampanyayê li avahiya BDP'ê ya Amedê daxuyanî hat dayîn. Cîgirê hevserokê rêxistina BDP'ê ya Amedê Eşref Mamedoglu, bi bîrxist ku kampanyaya îmzeyan di 15'ê Sibatê de hatiye destpêkirin û hêj kampanyaya ku hatiye destpê kirin didome. Mamedoglu da zanîn ku di çarçoveya kampanyayê de li Qada Batikentê 3 rojan kursiya gel hatiye danîn, meş hatine lidarxistin û wiha got: "Wekî rêxistina BDP'ê ya Amedê hedefa me ew e ku, em mîlyonek û 200 hezar îmze li ber hev bikin. Heta niha bi tevî rêxistinên BDP'ê yên navçeyan 600 hezar îmze hatine berhevkirin. Em ê heta 4'ê nîsanê kampanyayê bidomînin." Mamedoglu bang li hemû kesî kir ku piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan
Namzeta hevşaredariya Çinarê ya BDP'ê Rukiye Eryilmaz anî ziman ku wekî jinên BDP'î piştgiriyê didin kampanyayê û bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îmze biavêjin.
(zt)

