'Dê bi hebûna Kooperatifan sazumaniya aboriya herêmê bê guherîn '

10:49

Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Hişmendiya pergala kaputalîst ne ji bo pêdiviyên civakê, ji bo bê sînor karkirin û berhemgirtinê dixebite. Endama Komîsyona Aboriya KCD’ê Yelîz Ayyildiz diyar kir ku li hemberî wê talankariya hertiştî dixin xizmeta bidestxistina berhemê zêde de aboriya komunal heye. Yelîz da zanîn ku aboriya komunal jî li ser bingehê wekhavî, azadî û demokrasiyê tê avakirin. Yelîz destnîşan kir ku dê di herêmê de li ser bingehê jiyana komunal modelên kooperatîfan avabikin.


Mezopotamya ya xwediyê dîrokek kevnar ya bi hezarî salane. Beriya ku li ser vê axa dewlemend sînor bên xêzkirin gelên li ser vê erdnîgariyê jiyandikirin pirsgirêkên aborî jiyan nedikirin. Niha jî gelên li herêmê li hember pergala kaputalîst ya zordar tekoşîna jiyanê didin. Komkirina aboriyê ya weke aboriya tekelcidiyê komdikin û girêdana aboriya endustiriyalîzmê rê vedike. Li Mezopotamyayê her ku diçe kevneşopiya xwe ya aboriya komunê her ku diçe wenda dike. Mezopotamya ya k udi dîroka xwe ya kevnare de jiyanek li ser bingiha parvekirinê bingeh digirit û li derdora jinê civakbûn hatiye avakirin. Civakê xwe li ser bingiha ahlaqî û polîtîk birêvedibir. Girêdayî ji nû ve avakirina aboriya komunê Endama Komusyona Aboriyê ya Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) ê Yelîz Ayyildiz axivî û got: “Di pêvajoya dayîka xudawend de bi hunera jinan û lig ora pêdiviya civakê aborî hatiye avakirin. Paşê jî li ser keda gel û berhemê wan berhemê zêde derketiye û civaka bi çîn pêre derketiye. Bi derketina wan re jin ji derveyî abori û karên civakî hatiye heştin.”


‘Bi derketina civaka bi çîn re jin di nava civakê de hatiye îzole kirin’


Yelîz derbirî ku bi derketina civaka biçîn re jin din ava civakê de hatin îzole kirin. Yelîz anî ziman ku bi derketina civaka biçîn re li şona civaka afirankar, civaka pir xerc dike hat avakirin. Yelîz diyar kir ku rewşa civaka xerckar niha li herêmê berbi çav tê dîtin. Yelîz da zanîn ku sedema vê jî şerê 30 salan yê li herêmê hatî meşandine, xirabkirina û wêran kirina bi hezaran gund û koçberkirina bi milyonan mirivane. Yelîz bilêv kir ku ji ber koçberiya li herêmê zêde çêdibe di aliyê aborî û civakî de belavbûnek daye çêkirin û wiha got: “Li herêmê ji ber koçberiya zêde bajarvaniyek berevajî, bêkarî, tiryakî û girêdana madeyan her roja ku diçe dêde dibe. Din ava civakê de ve jî rê li ber kirz û bunalimê vedike.”


‘Şêniyên herêmê ji sedî 70 bê karin’


Yelîz anî ziman k udi herêmê de ji ber xirabûna rewşa aborî ji sedî 70 şêniya wê bêkarin û wiha domand: “Hikumetê bi polîtîkayek zanebûn li herêmê ajalvanî û çandinî kêm kiriye û heta aniye rewşa tunekirinê.” Yelîz destnîşan kir ku gelên li herêmê ji dewlemendiyên ser erd û bin erd sudê nagirin, hîkumet dixwaze gelê kurd feqîr bike û mehtacî xwe bike.


‘Emê tekoşîna xwe ya aboriyê bilind bikin’


Yelîz derbirî ku dê weke KCD li hemberî pergala aboriyê ya hayî aboriya alternatîf avabikin. Yelîz diyar kir ku dê îdeolojiya rizgariya jinan bingeh bigirin û li ser wî bingehî li hemberî mêtîngeriya di herêmê de hatî kirin girêdayî jinan ji bo avakirina derfetên aborî û civakî bixebitin. Yelîz anî ziman ku dê aboriya ku dibingihê xwe de bi jinan hatî despêkirin bilind bikin û wiha axivî: “Emê bi rêbazên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan jiyana nû avabikin û pergala heyî valaderxînin.”


‘Bi hilberîna zêde û malyeta kêm’


Yelîz da zanîn ku divê aborî demokratîk bibe. Yelîz destnîşan kir ku ji ber di herêmê de aborî di rewşeke alozdene, ev jî rê li ber zêdebûna bêkariyê vedike û wiha berdewam kir: “Em armanc dikin ku emê bi xebata xwe ya kooperatîfê bêkarî û li ser bingeha bêkariyê diciya ku hatiye pêşxistin ji holê rakin. Emê bi xebatên xwe yên kooperatîfê li herêmê feqîrî, bênasnamekirin û mehtacî dewletê kirinê hewil bidin ku li ser van mijaran rawestin.” Yelîz derbirî ku dê kooperatîf giringiyê bide piştevanî û alîkarîkirinê û li ser pêdiviyên gel xebatên xwe birêve bibe. Yelîz bilêv kir ku dê li gel rêveberên herêmî bi xebatên kooperatîfan rêvaberiya nava gel jî avabikin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Kooperatîf yek ji xalên herî giring yên civaka demokratîke. Yek ji xala herî sereke ya kooperatîfan jî pir hilberîn û kêm sermaye komkirine. Rastiya civaka ehlaqî û polîtîke.”


‘Emê ji nûve kevneşopiya çandinî û ajalvaniyê nû bikin’


Yelîz diyar kir kul i gel pêşdebirina aboriyê di heman demê de kooperatîf ji bo pêşdebirina jiyana civakî jî modeleke giringe. Yelîz bilêv kir ku ew kevneşopiyên di herêmê de hatine ji bîr kirin dê careke dinê nû bikin. Yelîz da zanîn ku dê kevneşopiya çandinî û ajalvaniya bi tunebûnê re ru biru maya ji nû ve zindî bikin û zêdebikin û wiha domand: “Di kooperatîfê de emê bi paradîgmaya jina azad û ekolojiyê lig ora pêdiviyên civakê çandinî û ajalvniyê pêşbixin. Emê di kooperatîfê de lig ora rêgezên civaka ehlaqî û polîtîk aboriya civakê pêşdebibin.”


‘Di kooperatîfan de di dîdarî xebatkirin bingeh tê giritn’


Yelîz destnîşan kir k udi kooperatîfan de bi dîdarî karkirin bingeh tê girtin û her kes dikarin bibin endamê wê û wiha got: “Kooperatîf modelek wiha ya civakiye li çand, temen û zayendan nanêre herkesê digire nava xwe. Yek ji rêgezên bingehîn yên endamên kooperatîfê divê xwediyê sazumaniyek xweser û bê alibin. Modela kooperatîfan ji bo kesan yan jî hegemoya yê nîne.”


(zt)