Navenda Jinan Nûjiyan: Navenda jiyana azad ya jinane

11:02

JINHA


AMED – Li Lîcê Navenda Jinan ya Nûjiyan ya ku dibiniya Şaredariya Lîcê de xebatên xwe birêve dibin, ji bo jinan hem derfetên kar didin û hem jî derfetên aktîvîteyên civakî didin. Civaknas Yuksel Çaytaş ya ku di Navenda Nûjiyan de dixebite girêdayî xebatên xwe nêrînên xwe anî ziman û got: “Jinên Lîcê di jiyana civakî de dikarin xwe bînin ziman. Lê di aliyê aboriyê de ev jinane zoriyan dikêşin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên Lîcê ya aborî em hedef dikîn ku projeya kooperatîfan bidin pêşiya xwe.”


Li navçeya Lîcê ya Amedê Navenda Jinan ya Nûjiyan  ku dibiniya Şaredariya Lîcê de xebatên xwe birêve dibe, hem ji bo jinan derfetên aktîvîteyên civakî didin û hem jî derfetên kar didin. Navenda jinan li hemberî hişmendiya mêran ya ku her dem jinan di mal de digirin hewil didin ku bi aktîvîteyên civakî jinan tevlî jiyana civakî bikin.  Civaknas Yuksel Çaytaş ya ku di Navenda Nûjiyan ya Jinan de dixebite diyar kir ku ev 3 sale ew di nava van xebatan dene û wiha got: “Em li vêderê li gora pêdivî û talebên jinan dixebitin. Em di ferqa wê dene ku heta jin ji wan malên têde hatine hebs kirin dernekevin dê nikarin azad bibin. Ji ber van sedeman em hewil didin ku jinan ji malan derbixin û tevlî aktîvîteyên civakî bikin.”


‘Ji bo jin azad bibin divê despêkê ji malê derkevin’


Yuksel anî ziman ku ew li ser daxwaza jinan perwerdeyê didin wan û wiha domand: “Em li vê derê li gora pêdivî û daxwazên jinan dixebitin. Jin pir zêde û bi dilşadî tevlî karên navendê dibin. Tenê di atolyeyek ya mede 14 jin perwerdê dibînin. Niha hemû atolyeyên me tejîne.”


‘Emê modela kooperatîfê bixin jiyanê’


Yuksel da zanîn ku hîna jinên Lîcê şop û kevneşopiyên dayîka xuda berdewam dikin. Yuksel bilêv kir ku jinên Lîcê din ava civakê de bibandorin û destur nedane dibin pencên hişmendiya mêran de bên perçiqandin û wiha axivî: “Jinên Lîcê din ava civakê de bi hêsan dikarin xwe binin ziman. Di vê mijarê de pirsgirêkên wan nîne, lê di aliyê aboriyê de pirsgirêkan jiyan dikin. Jinên k udi sazumaniya xwe de bibandor, lê mixabin ji ber sedemên weke aborî ji hişmendiya mêran û deshilatiya wan nesîbê xwe digirin. Li Lîcê tu îstihdamên kar nehatine vekirin. Jinên Lîcê bi gotinên weke ‘Ji bo ku di aliyê aborî de em ne mehtacî mêran bin û bi xwe aboriya xwe bi destê xwe ve bînin, me hînî pîşe bikin’ dibêjin. Ji ber van sedeman li navenda me perwerde û kursên pîşeyî tên dayîn. Ji bo jin bikarin li ser lingên xwe rawestin divê di aliyê aboriyê de azadibin.”


‘Werin em bi hev re biryar bidin’  


Yuksel destnîşan kir ku ji bo jinan tevlî kar û perwerdeyên li navenda xwe bikin ew derî derî digerin û wiha berdewam kir: “Ev navendeke ku jin zêdetir xwe têde rehet bînin zimane û ji bo hemû jinan deriyê wê vekiriye. Her roja ku diçe eleqeya jinan ya ji bo navendê zêde dibe. Her jina kut ê li vê derê xwediyê hunerek û nêrînek cudaye. Ji ber wê jî bi zêdebûna jinan navend jî dibe xwediyê dewlemeniyek ya huner û ramanên zêde.” Yuksel derbirî ku her dem di aliyê kar de jin ji aliyê mêran ve hatine paşde xistin, ji ber wê jî hine bi guman nêzî karê xwe dibin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Dema despêkê jin tên li vê derê bi gotinên weke ‘ez nikarim vî karî bikim’ nez dibin. Lê niha gelek jinên kul i gel me perwerde dîtine ji derve cihên kar vekirine. Gihiştina van serkeftinan hem me û hem jî navenda me şanaz dike.”


‘Divê jin bi rêxistin bibin’


Şîrvan Bagir ya k udi navendê de kursên dirun û nexşan dide jî diyar kir ku bi vekirina kursan ew dixwazin navendên xebatên jinan zêde bikin. Şîrvan anî ziman ku gelek jinên dixwazin bên navendê lê ji ber zoriya hevserê xwe nikarin bên û got: “Ji ber van sedeman divê jin hêj zêdetir tekoşînê bikin. Em diderbarê hişmendiya mêran û bandora wê ya li ser jinan jî perwerdê didin.  Ji bo jin ji aliyê mêran ve hêj zêdetir neyên perçiqandin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin divê hêj zêdetir têbikoşin.”


‘Her tiştên ji bo hînbûna jinan min şanaz dike’


Mamostaya kursa kuaforê dide Nevîn Çîçek jî da zanîn ku ew perwerdeya pîşeyî ya tê dayîna jinan giring dibîne û wiha got: “Heger ez li navendê perwerde didim û jin jî di wê perwerdeya pîşeyî de hîn dibin ez gelek şanazim. Armanca me li vêderê jinên ciwan hîn kirine.” Fatma Bulut ya k udi navendê de kursa kuaforê dibîne jî destnîşan kir ku firsetek ya herî mezin jî ewe ku em li vêderê hemû jinên Lîcê hev nasdikin. Melek Ersonmez ya kul i navendê di kursan de perwerde dibîne jî anî ziman ku derfetên aktîvîteyên civakî li herêmê kêmin û wiha domand: “Ji ber Lîce cihek biçuke zêde aktîvîteyên civakî têde nîne. Em hem ji bo lîstin û hem jî ji bo hînbûnê tên li vêderê. Em demê xwe yê vala li vêderê derbas dikin.”


(zt)