Li Amedê Roja Şanogeriya Cîhanê hat bibîranîn
11:43
JINHA
Bi boneya Roja Şanoya Cîhanê ya ku her sal di 27’ê Adarê de tê pîroz kirin. Navenda Çand û hunerê ya Dîcle û Firadê şevek li dar xist. Di şevê de Şanoger Emîn Yalçinkaya axivî û diyar kir ku Zindîkirina çandên gelan, bi girêdana nirxên gelan re têkildar e.
li navenda Cegerxwîn bi boyena Roja Şanoya Cîhanê, xebatkarên Navenda Çanda Dicle û Firatê şanoya Xwazgînî leyîstin . Bi dehan kes bejdarî şanoyê bûn. Di despêka şanoyê de li ser giyana Şanogerç HPG yî Erdogan Kahraman (Yekta Herakol) û hemû kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin. Şanoger Yekta yê ku di sala 2004'an de bedena xwe dabû ber agir û hinek ji berhemên wî bi sînevîzyonekê hat pêşandan.
‘Gelparêzî bersivdayîna hestên gelane’
Emîn Yalçinkaya bi lêv kir ku ew di 10'emîn salvegera şehadeta Yekta Herakol de wî bi rêzdarî bi bîr tînin û ew soza xwe ya ku dê girêdayî bîreweriyên wî bin dubare dikin û wiha got : "Hunera rastîn , hunera ku bi çanda kevneşopî re têkiliya xwe xurt kiriye. Zindîkirina çandên gelan, bi girêdana nirxên gelan re têkildar e. Gelparêzî; bersivdayîna hestên gelan li ser vê bingehê pêk tê." piştî axaftina Emîn pêşandana şanoya Xwezgînî hat kirin.
(şh/zt)

