Ji KCD’ê daxuyaniya 28’ê Adarê
12:30
JINHA
AMED – KCD’ê di 28’ê Adara 2006’an de ji aliyê hêzên taybet ve qetilkirina 13 welatiyan bibîr anîn û wiha domandin: “Dê tucarê qatîl û awayê qetilkirina zarokên me yên weke Ugur Kaymazan, Abdulah Duranan, Enes Atalaran, Ceylan Onkolan, Aydin Erdeman, Berkîn Elvanan, Medenî Uildiriman, Şahîn Oneran û yên dinê ji bîra me neçin û di binhişiya gelê kurd de cihê xwe girtiye.”
Komgireya Civaka Demokratîk (KCD) ê girêdayî salvegera bûyera 28’ê Adarê daxuyanîyek nivîskî weşand û wiha berdewam kir: “Rojek herî bi êş û di dîroka gelê kurd de nayê ji bîrkirin 28’ê Adarê û bûyerên k udi 28’ê Adarê de derketine. 28’ê Adarê hem weke roja qirinê û hem jî weke roja berxwedana li dijî zilbê berxwedanêye.” Di daxuyaniyê de hat zanîn ku de bûyera 28’ê Adarê de piranî zarok û ciwan li Amedê 10 kes, li Mêrdînê 2, li Êlihê jî 1 bi giştî 13 welatî hatin qetil kirin û wiha hat gotin: “Bi sedan welatiyên me birîndar bûn. 200 jê zarok bi giştî nêzî 600 welatî hatin girtin. Li hemberî van hemû bê mafiyan dadgeh bêdeng ma.”
‘Vî gelî zarokên xwe ji bîr nakin’
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin k udi van 30 salên şer de aliyê herî tarî û reş jî gorên komîne û wiha hat gotin: “Ev gel dê tucarî zarokên xwe yên bi nirx yên di gora komi ya Newala Qesaban de ji bîr nekin û ji bîr kirina wan negengaze. Di serî de gorên komi yên li vêderê û divê hemû gorên komî bên vekirin û weke mirovan maf kiriye bên veşartin. Asta ku îro gelê kurd gihayê her dem dê bibîranîn. Gelê kurd jî zarokên xwe yên di riya mafên demokratîk û oxira azadiyê de canê xwe fedakirine bi rêzdarî bibîr tînin û wan weke qehreman dipejirînin.”
‘Yên qirkirin kirine nehatin dadgeh kirin’
Daxuyaniyê balkişand li ser polîtîkaya tunekirinê û wiha domand: “Ev jî bi xwe re navenda şer û şidetê vekir. Dê tucarê qatîl û awayê qetilkirina zarokên me yên weke Ugur Kaymazan, Abdulah Duranan, Enes Atalaran, Ceylan Onkolan, Aydin Erdeman, Berkîn Elvanan, Medenî Uildiriman, Şahîn Oneran û yên dinê ji bîra me neçin û di binhişiya gelê kurd de cihê xwe girtiye. Li gel ku 8 sal li ser bûyerê re derbas jî bû, lê yên qirkirin kirine derneketin pêşberî dadgihê. Sedemek sereke yê avakirina komusyona haqîqetê ji bo ronîkirina van bûyerane. Bi vê wesîleyê em hemû kesên di 28’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dane bibîrtînin. Em dibêjin dê bîranîna wan tekoşîna me ya azadiyê mezin bike.”
(zt)
