Gulistan Akel: Emê serkeftina 30’ê Adarê bi gerandina govendê bidawî bikin
13:41
JINHA
ÊLİH – Ji hilbijartinên herêmî re demek kêm maye. Li ber avahiya BDP’ê ya Êlihê konserek hat dayîn. Bi tevlîbûna Serhedo ya konserê, konser vegeriya mitînga fînalê ya hilbijartinê. Namzeta Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel diyar kir ku 30’ê Adarê ne tenê roja hilbijartinane, di heman demê de roja yekbûna gelê kurde û got: “Ev gel hem ji bo hesab pirsînê û hem jî ji bo avakirina azadiya xwe amadene. Emê serkeftina xwe ya 30’ê Adarê bi gerandina dîlanê bidawî bikin.”
Rêxistina BDP’ê ya Êlihê xebatên xwe yên hilbijartinan berdewam dikin. Di dawiyê de Hunermendê Navenda Çandê ya MED’ê a Stenbolê Mesud Med û Serhedo derketin dikê. Di çalakiyê de bi deh hezaran welatî beşdarbûn. Li gel wan jî Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Serokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, Hamzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Êlihê Gulîstan Akel û Sabrî Ozdemîr, endamên MP ya BDP’ê Nazîr Gulcan û Guntay Uzun jî tevlî bûn. Beriya konseran lig elek taxên Êlihê bi boneya Hefteya Qehremanan li buroyên hilbijartinan gel kom bûn û ber bi avahiya BDP’ê ve ketin meşê. Li ber avahiya BDP’ê dema kum eş bi dawî bû fîşegên hewayî hatin berdan. Li ber avahiyê girseyê posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li gel alayên KCK û PKK’ê hilgirtine. Girse duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” berz kirin.
‘Gelê kurd amadene ji bo avakirina azadiya xwe’
Di despêka çalakiyê de Hunermendê Navenda Çandê ya MED’ê a Stenbolê Mesud Med derket dikê. Hunermend Serhedo û Mesud Med kampanye ya îmzayan ya ku ji bo azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatiye despêkirin bi bîrxistin û xwestin ku hemû welatî tevlî wê kampanya yê bibin. Serokê Navenda BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay jî da zanîn ku her dengê ji bo BDP’ê bê avêtin dê ji bo aştî, wekhavî û azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan be. Namzeta Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel anî ziman ku 30’ê Adarê ne tenê roja hilbijartinane, di heman demê de roja yekbûna gelê kurde û wiha got: “Ev gel hem ji bo hesab pirsînê û hem jî ji bo avakirina azadiya xwe amadene. Emê serkeftina xwe ya 30’ê Adarê bi gerandina dîlanê bidawî bikin.”
(zt)

