Li Sêrtê bi beşdariya bi hezaran meşa Newala Qesaban

15:19

JINHA


SÊRT – Dibin rêveberiya Şaxa MEYA-DER’ê ya Sêrtê de bi tevlîbûna bi hezaran kesan meşa Newala Qesaban hat lidarxistin. Di meşê de posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û Pêşengên PKK’ê hatin vekirin. Di meşê de jin û ciwanan kincên netewî li xwe kirin. Di dawiya meşê de li Newala Qesaban bi hezaran kes runiştin û ciwanan jî li çiyayê pêşberî herêma gel lê runiştîn bi keviran nivîsên Ocalan û PKK nivîsîn.


Di bin rêveberiya Komeleya Piştevanî û alîkariya Xizmên Wendahiyan ya Mezopotamyayê (MEYA-DER) ê de bi boneya bîranîna Yek ji pêşengê PKK’ê Mahsum Korkmaz yê k udi 28’ê Adara sala 1986’an de jiyana xwe ji dest dayî û Newala Qesaban ya ku bûye sîmgeya gorên komî meşek hat li darxistin. Bi armanca beşderbûna meşê di serî de ji navendên weke Amed, Mêrdîn, Êlih, Bidlîs û gelek navend û navçeyên herêmê bi otobûsan welatî hatin tevlî meşê bûn. Di ketina Sêrtê de welatî ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û li ser wan lêger hat kirin. Ji ber lêgera zêde ya di wesayîtan de dihat kirin, welatiyan nerazîbûn nîşan dan û di navbara welatiyan û polîsan de pefçun derket. Ji ber wê jî polîsan xwestin welatiyan vegerînin. Piştî demekê hatin rawestandin paşê rê hat vekirin û destur hat dayîn welatî biçin. Ji ber zêdebûna wesayîtên zirxi yên polîsan bajar vegeriyaye cihê leşkerî.


Jin û zarok bi kincên xweyên netewî beşdarî meşê bûn


Ji navend û navçeyan welatiyên kul i Sêrtê kombûbûn jî ber Parqa Şelale ber bi Newala Qesaban ve dest bimeşê kirin. MEYA-DER, BDP, ÎHD, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Parlementerên BDP’ê, Meclisa Ciwanên BDP’ê, endmanê DOKH’ê, namzetên hevşaredarên BDP’ê jî dinav de gelek welatî tevlî meşê bûn. Jin û zarok bi kincên netewî beşdarî meşê bûn. Di meşê de Posterên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan û pêşengên PKK’ê Mahsum Korkmaz, Mehmed Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Kemal Pîr hatin vekirin. Li gel posteran alayên PKK, KCK, BDP û alayên Konfederalîzmê  jî hatin hildan. Di meşê de panqartên weke “Agirê Mazluman Berxwedanan Egîdan”, “Gorên komî sucê mirovahiyêye”, “Me ji bîr nekiriye û emê ji bîr nekin” û “Heta dawiyê emê tekoşîna xwe berdewam bikin” hatin hildan. Her wiha di meşê de wêneyê kesên k udi gorên komiyên Newala Qesaban de hatin hildan. Dovîzên kul i ser gotinên Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan hatî nivînsîn hatin hildan. Welatiyan dem dem durişmên weke “Silav silav ji Îmralî re hezar silav”, “Ciwan fedayê Apo ne”, “Jin jiyan azad”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî aştî” berzkirin.


Bi beran Ocalan û PKK nivîsandin


Di dawiya meşê de ji bo giyanê kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sîroda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Piştî rêzgirtinê ciwanan li çiyayê pêşber posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan vekirin. Li gel jî bi beran PKK û Ocalan nivîsîbûn. Çalakî bi runiştina hezaran welatiyan berdewam dike.


(zt)