Di mitînga BDP'ê ya Rihayê de bi deh hezaran tevlîbûn

15:49

JINHA


AMED – Ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Rihayê ve û bi beşdariya deh hezaran welatiyan mitînga hilbijartinê hat lidarxistin. Jin û zarok bi kincên netewî beşdarî mitîngê bûn. Qada mitîngê bi rengên kesk, sor, zer û alayên BDP’ê hat xemilandin. Mitîngê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyan kesên ku di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat despêkir û niha bi axaftinan berdewam dike.


Bi boneya hilbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê Rêxistina BDP’ê ya Rihayê li Meydana Topçuyê mitîng li darxistin. Bi rojane mamadekariyên mitîngê tên kirin. Îro qada mitîngê amade bû û bi deh hezaran welatî bi çepik û lîlandinan herikîn qada mitîngê. Jin û zarok bi kincên netewî tevlî mitîngê bûn. Qada mitîngê bi alayên kesk, sor, zer û alayên BDP’ê hat xemilandin. Li qadê panqartên weke “Bi Rêveberiya Xweser ber bi Nasnameya Azad ve” hatin vekirin. Di mitîngê de li gel bi deh hezaran welatiyan Hevserokê Gişti yê BDP’ê Selahatîn Demirtaş, Birayê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan Mehmed Ocalan, Parlementerên BDP’ê, Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Bajarê Mezin yê Rihayê Osman Baydemir û Leyla Akça, namzetên hevşaredarên BDP’ê yên navçeyan, nûnerên saziyên sivîl, aktîvîstên DOKH’ê, Meclisa Ciwanên BDP’ê, aktîvîstên Meclisa Dayîkên Aştiyê jî tevlîbûn.


Mitîngê bi deqeyek rêzgirtine ji bo giyanê kesên k udi tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji destdane hat despêkirin. Mitîng bi axaftinan berdewam dike û di bavberê de dem dem dengê duruşmên weke “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji Îmralî re hezar silav” û “Bijî biratiya gelan” ji qadê bilin dibe.


(zt)