Bangawaziya 117 saziyên sîvîl ji bo xwedîderketina li Kobanê

17:23

JINHA


AMED –Li Amedê bi armanca piştgirî û parastina gelê Rojava 117 saziyên sîvîl daxuyaniyek dan çapemeniyê. Tahîr Elçî diyar kir ku Şerê nava Sûriyê berdewam dike û  got:”Di pêvajoya şerê nava  Sûriye de li gor  rêxistina  Yekîtiya Navnetewî  zêdetirî 120 hezr mirovan jiyana xwe ji destdane û bi sed hezaran birîndar bûne û berasteng mane. Bi milyonan mirov koçber bûne û axa xwe berdane.”


Li Amedê bi armanca piştgiriya Kobanê 117 saziyên sivîl daxuyanî dan çapemeniyê û êrîşên li ser Kobanê şermezar kirin. Daxuyanî li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyolyê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ve hat xwendin. Tahîr da zanîn ku li Rojava kantona Kobanê dibin êrîşên çeteyan dene û wiha got: “Di vê pêvajoyê de gelê Rojava di çarçoveya hiqûqa navnetewî de mafê xwe yê rewa û  hiqûqî bi dest xistine. Gelê Rojava ji bo pêşerojê biryara xwe daye û îdara xwe pêk aniye. Niha çete êrîşî wê xweseriya wan dike. Divê ji aliyê saziyên sivîl û raya giştî ve ev yek neyê pejirandin.”   


‘Gelê Kobanê dibin êrîşêdene’


Di derbarê êrîşên li ser herêma Kobanê pêktê de Tahîr anî ziman ku jiyana gelê Kobanê dibin metirsiyê de ne û divê îro em li gelê Rojava xwedî derkevin û wiha domand:  “Îro li hemberî  gelê Kobanê êrîşek mezn hey e. jiyana gelê Kobanê dibin metirsiyê deye. Ji ber van sedeman em weke 117 saziyên sîvîl û demokratîk yên Amedê di serî de bang li gelê kurd û saziyên navnetewî  dikin, li gora peymanên mafê mirovan yên navnetewî piştgiriya gelê Rojava bikin. Gelê Rojava ê sîvîl dibin êrîş û qairkirinek mezin de ye. Divê li gora peymanên mafê mirova yê navnetewî jî giringe Yekîtiya Navnetewî û saziyên mafê mirova berpiriyariyên xwe binin cih û gelê Rojava biparêzin.”


(şh/zt)