Jinên pêşengiya şoreşê dikirin niha jî pêşengiya jiyanê dikin

08:51

Beritan ELYAKUT- Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Seroka Dîwana Dadê ya Kobanê Faîze Ebdî diyar kir ku li gel şer û qirkirinên heyî, bi tekoşîna jinan ew hewil didin ku jiyanê bi ser hev ve bînin û got: “Şoreşa Rojava şoreşa jinane. Jinên Rojava piştî şoreşê dê rolê paşdemayînê tucarî ji bo xwe ne pejirînin. Ji ber van sedeman em ji bo li Rojava berdewamkirina jiyana demokratîk bi îsrarin. Emê jin vê biserbixin.”


Ji ber ji sala 2011’an heta niha berdewama şerê li Suriyê bi hezaran welatî neçar mane koçî herêmên cuda kirine. Rojava rastî êrîşên El-Nusra, Artêşa Azad ya Surye, Baas û di van demên dawî de jî çeteyên ÎŞÎD hatiye. Gelê Rojava li aliyekê tekoşîna jiyanê didin û li aliyê dinê jî bi avakirina kantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê jiyana xweseriya demokratîk avadikin. Şandeya ku ji Rojava bi armanca tevlîbûna Newroza Amedê a 2014’an hatin Amedê di derbarê xebatên xwe yên li Rojava de nirxandin kirin. Seroka Dîwana Dadê ya Kobanê Faîze Ebdî anî ziman ku ji ber şerê heyî gelek welatî neçar dibin koçî Kobanê dikin û wiha got: “Niha şêniya Kobanê du qat bûye. Ji ber van sedeman divê em bi lez û bez bi pirsgirêkên gel re mijul bibin û ji bo çareseriyê dinava hewildanan debin.”


‘Hêviya gel ji Kantonan geleke’


Faîze da zanîn ku hêviyên gel ji kantonan gelekin, ew lig ora pêdivî û daxwazên gel xebatên xwe dikin. Faîze destnîşan kir ku ji bo ji pirsgirêkên gel re bibin çareserî ew hatine Tirkiyê û lig ora pêşeroja gelê Rojava dixebitin. Faîze derbirî ku welatî herêm Kobanê bi ewle dibînin û koçî derdora Kobanê dikin û wiha domand: “Niha şêniya Kobanê du qat bûye. Ji ber van sedeman divê em bil ez û bez bi birsgirêkên gel re mijul bibin û ji bo çareseriyê dinava hewildanan debin.”


‘Em dixwazin ji bo welatiyên ku koç dikin qampan avabikin’


Faîze diyar kir ku ji ber zêdebûna şêniya Kobanê welatî pirsgirikên xwarin, av û veryanê jiyan dikin. Faîze bang li welatên navnetewî kir û wiha berdewam kir: “Ji bo avakirina qampa mexdurên şer piştevaniyê bikin.” Faîze da zanîn ku ji ber sedemên şer mirov neçar mane cîh û warên xwe berdane. Faîze girtina deriyê sînor bibîr xist û wiha axivî: “Nexweşên me hene. Ji ber nebûna nexweşxaneyan pêdiviya me bi dermanan heye. Ji ber van sedeman jî divê demek ji ya dinê zutir deriyê sînor bên vekirin.”


‘Bi navê îslamê vedfayên der ehlaqî didin’


Faîze destnîşan kir ku çete di ferqa jiyankirina şoreşa Rojava denin, dixwazin bi navê îslamê propegandayên ne rast bikin û bi van qirêjiyên xwe yên der mirovane şoreşa jinan bişkênin. Faîze derbirî kul i hemberî van hemû êrîşan jî jin berxwedaneke bêhempa didin û wiha pêde çû: “Komên Îslam ji bo jinên kurd li xwe helal bikin bi gotinên weke ‘emê bi jinên kurd re bi zewicin û zarokên wan misilman bikin’ dibêjin.” Faîze diyar kir ku bi van gotinan dixwazin jinan di mal de bidin girtin, lê li hemberî van jin xwe birêxistin dikin û din ava şer de cîh digirin.


‘Em di jiyana demokratîk de bi israrin’


Faîze bilêv kir ku ew li Rojava di avakirina jiyana demokratîk de bi îsrarin û got: “Şoreşa Rojava şoreşa jinane. Ji ber van sedeman weke di dîrokê de hatî jiyan kirin, piştî şoreşê ji paşde dayîn. Jinên Rojava vê qet napejirînin. Ji ber vê jî em di Rojava de ji bo avakirina jiyana demoratîk bi îsrarin. Emê jin vê bi ser bixin.” Faîze da zanîn kul i Kobanê di saziyên jinan de perwerde tê dayîn. Faîze destnîşan kir k udi hemû saziyên Rojava de bi kurdî tê axaftin. Faîze bang li hemû welatiyên Rojava yên ku koçî welatên dinê kirine kir ku vegerin welatê xwe û wiha got: “Bila her kes vegerin welatê xwe. Emê di jiyan û mirinê de bi hev re bin. Emê bi hev re şer bikin û bi hev re bimirin. Ev serkeftin serkeftina her kesêye.”


‘Jin hem din ava malê de û hem jî ji derve têdikoşe’  


Endama Dîwana Dadê ya Kobanê Zehra Sedun jî diyar kir ku jin hem di hendirê malê de û hem jî ji derve têdikoşin. Zehra da znîn ku li Kobanê jin di nava hemû qadên jiyanê de cîh digirin. Zehre destnîşan kir ku jinan ked û bedelên mezin dane, li hemberî êrîşên li ser xwe şer dikin. Zehra de serî de bal kişand li ser tekoşîna jinan û hemû gelê Rojava û wiha got: “Em weke gelên Rojava jiyanek bi hev re dijîn.”


(zt)