Xwendekarên tibbê dê xebatên ku nîvco mayî bidomînin
11:38
Pinar AYTEKÎN – JINHA
ENQERE – Xendekara tibbê Perîşan Akan dema ji Wanê koçberê Stenbolê bûyê bi zimanekî biyanî re rû bi rû maye û vê demê heta îro hewldana wê ya der barê parastina zimanê dayikê domandiye. Di nav 13 xwendekarên serbestbûyî de xwendekar Ahmet Demîrel û Mehmet Akin jî diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya der barê zimanê dayikê de bidominin.
Di 6′ê hezîranê de li 7 bajaran û 43 xwendekarên Tibê yên Zanîngehên Gazî, Enqerê û Hacettepe hatin binçavkirin. Lê di 1′emîn rûniştina dozê ya ku 12′emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê hatî dîtin de 13 xwendekarên girtî serbest hatin berdan. Xwendekar Perîşan Akan, Mehmet Akin û Ahmet Demîrel dema îdianameyên der barê xwe de dîtin matmayî man ji ber ku kar û xizmetên tenduristiyê wekî sûc hatiye nîşandan û pankart, dowîz, dirûşmên bi kurdî jî delîl hatine nîşandan. Xendekarên tibbê da zanîn ku dê têkoşîna xwe ya der barê zimanê dayikê de bidomînin.
‘Hewldan di 6 saliyê de dest pê kir’
Perîşan Akan di sala 1989’an de li Wanê ji dayik bûye. Perîşan di 6 saliya xwe de bi malbata xwe re berê xwe daye Stenbolê. 10 xwişk û birayê Perîşanê hene û hemû jî bi zimanê xwe yê dayikê re koçber bûne û di nav malbatê de tenê bavê Pêrîşanê tirkî dizanî. Perîşan wekî bi hezaran zarokên kurd di 6 saliya xwe de bi pirsgirêkên cûr bi cûr û biyanîbûnê re rû bi rû ma. Perîşan, ji ber ku zimanê tirkî nedizanî û di nav hevalên xwe de biyanî dibû û wekî zarokeke bêdeng dihat nasîn. Perîşan, wiha nêrînên xwe anî ziman: “Min zimanê tirkî nedizani, ji ber vê jî ez pir nediaxifim. Der dor biyaniye. Ji ber ku ez kurd bûm li dibistanên seretayî û lîsê gelek pirsgirêkan re rû bi rû mam. Lê biranîneke min heye ku wekî bîrinek di dilê min de maye. Min lîseya dibistana leylî dixwend, min rojek ji dayika xwe re bi kurdî di telefonê de axivîm. Dema ez axifîm hevalên min bihistin û zanin ku ez kurd im. Ji midûr gotin. Midûr jî der barê axaftina min a bi kurdî de ez hişyar kirim. Min jî midûr re got dayika min tirkî nizane. Midûr jî ‘ heke wisa be êdî tu ji dayika xwe re neaxife’ got.”
Xwendekar hatin teqîpkirin
Perîşan piştî demek bi pirsgirêkan re rû bi rû ma û neçar ma ku her roj bi rêwitiya 6 saetan biçe dibistanê. Piştî ku Perîşan dest bi zanîngehê kir bêtir zimanê dayikê re eleqedar bû. Perîşan û hevalên wê bi taybetî Komîsyona Xwendekaran a girêdayî Yekitiya Tabîbên Tirk û bi endamên Polîtîkayên Tenduristî û Xwendekaran a SES’ê re xebat dimeşandin. Her wiha li gel van grûban, grûba zimanê dayikê jî hebû. Di 13’ê adarê sala 2012’an de mîtîngeke ji bo polîtîkayên tenduristiyê pêk hat. Perîşan û hevalên wê bi pankart û dowîzên li ser kurdî hatî nivîsandî tevli mîtîngê bûn. Piştî mîtîngê Pêrîşan û hevalên vê hatin teqîpkirin.
‘Li taxan xebatên tenduristiyê dihat meşandi’
Perîşan, bal kişand ser doza ku der barê van de hatî vekirin û wiha axivî: “Daxwazên me yên bi zimanê dayikê ya qada xizmetên tenduristiyê di îdianameyan de hatibûn bi cih kirin. Xebatên me yên tenduristiyê jî hebûn. Me li taxan jî xebatên tenduristiyê meşand. Mal bi mal em geriyan, di nava malbatan de malbatên ku bi kurdî diaxifin jî hebûn. Piraniya malbatan tirkî nedizanin. Ji ber ku tirkî nizanin nikarin xizmetên tenduristiyê sûdê bigirin, dema diçin nexweşxaneyan zarokên xwe bi xwe re dibin. Dayika min jî tirkî nedizanî û bi tenê serê xwe nediçû nexweşxaneyê. Dema zorak bi malbatên xwe re diçin, malbat xwe bi bawer dibin. Em zarokên kurd in û dixwazin li herêmê bixebitin.”
‘Dayika min jî tirkî nizane’
Hevalên Perîşanê yên ku kurdî nizanin bi xebatên taybet ên ziman kurdiya xwe li pêş dixistin. Perîşan û hevalên wê bi kurdî anatomî dixebitin. Perîşan di axaftina xwe de bal kişand ser roja danişînê û wiha axivî: “Dayik û birayê min jî tevli danişînê bûn. Min jî dadger re got dayika min jî li vir e û tirkî nizane û ez jî dixwazim bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bikim. Lê dadgeh parastina bi zimanê dayikê red kir. Dema ku zimanek tune bê hesibandin vê demê dayik jî tune tê hesibandin û ji me re dibêjin dayikên xwe qebûl nekin û bi dayika xwe re neaxife.” Xwendekara doktora diranan a zanîngeha Hacettepeyê Perîşan Akan, diyar kir ku dê heya dawiyê dev jî xebata xwe ya bi zimanê dayikê bernadin, cihê ku nîvco hiştinê dê li vir bidomînin.
‘Dixwazim parastina xwe bi kurdî bikim’
Ahmet Demîrel jî xwendekarekî tibbiyê û wekî bi sedan xwendekarên din ên şoreşger û demokart bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû maye. Ahmet aliyek ji bo xizmeteke baş a tenduristiyê û aliyek jî ji bo aştiyeke mayinde di nava hewldanan de bû. Ahmet di jiyana rojane de zimanê xwe yê dayikê bikardianî. Ev jî wekî hevalên xwe dixwest li hemberî qesp kirina mafê zimanê dayikê, parastina xwe bi kurdî bike. Lê Ahmet jî rastî heman nêzîkatiyê hat û parastina wî ya bi zimanê dayikê hat red kirin. Ahmet, bal kişand ser qanûnên ku demên dawiyê ji bo parastina bi zimanê dayikê û diyar kir ku sererastkirineke qels e. Ahmet, wiha axivî: “Li malê du zaravayên kurdî (dimîlkî-kurmanci) dihat axaftin. Ji ber polîtîkayên qirkirina ziman û kêm axaftina bi zimanê xwe yê dayikê niha nikarin bi zimanê xwe yê dayikê xwe baş binîm ziman. Axaftin û hînbûna ziman tê bêtir wateyê bide têkoşîna ji bo zimanê zikmakî tê kirin. Min li Enqerê lîse xwend. Wekî xwendekarên ku li herêmê tên metropolan, ez jî bi pirsgirêkan re rû bi rû mam.”
‘Xizmetên tenduristiyê sûc hat dîtin’
Xwendekarê bi navê Mehmet Akin jî wekî Perîşan û Ahmet dema îdianameyên der barê xwe de dît matmayî ma. Ji ber ku kar û xizmetên tenduristiyê wekî sûc hatiye nîşandan, xebatên van wekî xebateke muxalîf hatiye nîşandan. Mehmet, da zanîn ku pankart, dowîz, dirûşmên bi kurdî delîl hatine nîşandan. Mehmet, got ku parastina bi kurdî jî di danişînê de nehate qebûlkirin, bêtehemûliya dadgehê ji ber serdestiya heyî pêk tê. Mehmet, daxuyand ku dê di her qadê parastin xwe ya bi kurdî bidomînin. Mehmet jî dema dest bi dibistana seretayî kiriye tirkî hîn bûye, ji ber ku der dora wî zimanê tirkî serdest bû di xwe îfadekirinê de jî qelsî derdiketin holê. Li gorî Mehmet ji bo cîhana zarokan divê perwerda bi kurdî bê dayîn.
(la)

