‘Banga ji bo Serok Komar: Hevkariya vî sucî red bikin!’

11:20

JINHA


ŞIRNEX – Aktîvîstên aştiyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylalî di 1’ê Îlona sala 2013’an de dest bi kampaniye ya îzmayan ya “Em li Roboskiyê daraza leşkerî naxwazin” kiribû. Di çarçoveya kampanye yê de heta niha 20 hezar îmza kom kirine û ji Serok Komar re şandin. Girêdayî mijarê daxuyaniyek hat dayîn û aktîvîstê aştiyê Îbrahîm Yaylalî daxuyanî xwend û got: “Hunê bi navê terorîst qetilkirina zarokên 12 – 13 salî hilbijêrin yan jî hunê dest ji bêdengiyê berdin, hevkariya suc red bikin û ji bo telebên me bikevin nava hewildanan? Belkî em bibin rêyek ya çareseriyê ji bo dermankirina birînên gelên li ser vê erdnîgariyê dijîn û bibin wesîleya dawî anîna qirkirinan û darezandina sucdaran.”


Di 28’ê kanuna sala 2011’an de di encama bombebarana balefirên şer yên tirkan li gundê Roboski yê girêdayî Navçeya Qilabana Şirnexê de piranî zarok 34 welatî hatibûn qetilkirin. Piştî wê qirkirinê ji bo faîl bên darezandin gelek hewildan hatin kirin lê mixabin hemû jî bê encam man.  Ev 16 mehin aktîvîstên aştiyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylalî li Roboskiyê dijîn. Her du aktîvîstên aştiyê di Roja Aştiya Cîhanê 1’ê Îlona sala 2013’an de dest bi kampaniye ya îzmayan ya “Em li Roboskiyê daraza leşkerî naxwazin” kiribûn. Kampanye ya îmzayan ji 3 madeyan pêktê. Ya yekem bila cardin dosyeya qirkirina Roboskiyê bê dayîna dadgehên sivîl. Ya duyem ji bo dosyeya qirkina Roboskiyê bi dadgerî bê darezandin sazumaniyek bê kirin. Ya dawiyê jî hikumet xwe bi qirkirinên li ser malbat û gelê Roboskiyê dipesinîne. Kampanye ya îmzayan ya ku ji aliyê her du aktîvîstên aştiyê ve hatî despêkirin gihişt 20 hezar îmzayan. Di çarçoveya kampanyeya îmzayan de li ber PTT ya Şirnexê daxyaniyek dan çapemeniyê û paşê jî îmza ji Serok Komar re şandin. Di daxuyaniyê de dayîkên Roboskiyê jî amadebûn û di destên wan de wêneyê zarokên wan yên di qirkirina Roboskî de jiyana xwe ji dest dane hebûn. Balkêşbû ku îmzayên komkirîn di qotiya pêlavan de şandin ji Serok Komar re.


Ji Derya Reş, Ege Akdeniz û Nava Anadolê jî piştevanî hat  


Aktîvîstên aştiyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylali yên ku li gel malbatên Roboskiyan tekoşîna dadê didin.  Her du aktîvîstên aştiyê di Roja Aştiya Cîhanê 1’ê Îlona sala 2013’an de dest bi kampaniye ya îzmayan ya “Em li Roboskiyê daraza leşkerî naxwazin” kiribûn. Îmzayên ku komkiribûn ji Serok Komar Abdulah Gul re şandin. Her du aktîvîstên aştiyê diyar kirin ku di pêvajoya li Roboskiyê jiyan kirine şahidî ji gelek binpêkirinên mafan re kirine û wiha gotin: “Ev binpêkirinên mafan hemî ji aliyê karmendên dewletê ve hatine kirin.” Aktîvîstan dan zanîn ku ji ber van binpêkirinan wan dest bi kampanyeya îmzayan kirine. Aktîvîstan destnîşan kirin ku ji bo ronîkirina qirkirina Roboskî û qirkirinên dinê ew bang li hemû saziyên sivîl û kesayetên demokrat dikin ku piştevaniya kampanyeya wan bikin. Aktîvîstan anîn ziman ku wan li Derya Reş, Ege, Akdeniz û Nava Anadolê ji sitandên îmzayan vekirine û sipasiyên xwe ji bo hemû kesên ku piştevaniya kampanyeya wan kirine kirin.


Aktîvîstan bilêv kirin ku hunê bi navê terorîst qetilkirina zarokên 12 – 13 salî hilbijêrin yan jî hunê dest ji bêdengiyê berdin, hevkariya suc red bikin û ji bo telebên me bikevin nava hewildanan?


Aktîvîstên aştiyê Meral Geylanî û Îbrahîm Yaylalî di dawiyê de wiha gotin: “Em soz didin canên xwe yên ku bê dad di goristanan de razane. Emê heta dad cihê xwe bigire û qatîl bên darezandin tekoşînê berdewam bikin.”


 (zt)