Di Karşi de dengê jinan…
12:10
JINHA
STENBOL – Rojnameya Karşi ya ku di 9’ê sibatê de dest bi weşanê kirî biryar da ku dê her roja înê pelekê ji Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan re bihêlin. Berpirsa KCDP’ê Gulsum Kav diyar kir ku dê li gel rojnamê bi hev re xebatên xwe birêve bibin û got: “Li gorî ku hîna cînayetên jinan pirsgirêkek herî serekeye jî emê bi pirsgirêkên dinê re jî mijul bibin. Em armanc dikin ku hemû binpêkirinên mafên jinan bêxin rojevê.”
Rêvebera Gişti ya Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan Gulsum Kav Îlana Rojnameya Karşi ya ku dê her roja înê pelekê ji Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan re bihêlin da. Gulsum da zanîn ku ew biryara rojnameya Karşi pir giring dibînin. Gulsum destnîşan kir ku Rojnameya Karşi di ferqa bûyer û qewimandinên giring yên li Tirkiyê çêdibin denin. Gulsum anî ziman ku ew dê li gel rojnameyê bi hev re bixebitin û wiha got: “Ev 3 hefteye rojnameya me derdikeve. Li gorî ku hîna cînayetên jinan pirsgirêkek herî serekeye jî emê bi pirsgirêkên dinê ve jî mijul bibin. Em armanc dikin ku hemû binpêkirinên mafên jinan bêxin rojevê.”
‘Heger ji rojnameyên dinê jî pêşiniyaz bên emê bipejirînin’
Gulsum bi rêkupêk cîh dayîna nûçeyên jinan giring dît û wiha axivî: “Heger ji rojnameyên dinê jî pêşiniyaz bên emê bipejirînin.” Gulsum bilêv kir ku ji bo cînayetên jinan bên dîtin rolê medyayê pir giringe. Gulsum derbirî ku wan li gel Rojnameya Karşi bi hev re kar kirin û paşê jî pêşiniyaza weşandina nûçeyên jinan dane.
(zt)

