Jinên Qamişlo Banga Darezandina Kujerê Jina Du Canî Kirin

12:24

 


 


JINHA


QAMIŞLO– Navenda Perwerde û Zanistî ya Jinan a bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina bûyera kuştina jina ducanî ku li bajarê Amûdê pêk hate daxuyan.


Bi dehan jin li ber navendê kom bûn û daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “ Ji ber nezanî û kevneşopiyên ne di cih de jin dibin qurbaniyên edetên ne baş. Mêr jinan weke milkê xwe dibîninin.” Di berdewama daxuyaniyê de bûyera Amûdê hate şermezarkirin û banga darizandina kujeran hate kirin û hate gotin: ''Em ne di sedsalên navîn de nin, em niha ketine sedsala 21'an de, can û rihê me milkê me ye, kes nikare biser de were. Ne edaleta ku dibin navê namûsê de binpêkirineke bi vî rengî bê kirin. Pêwîste zagonên ku kuştinên bi vî rengî rewa dike bêne darizindan.''


Piştî xwendina daxuyaniyê semînerek hate lidarxistin û ji dîwana Edaletê ya Rojava de hate xwestin ku kujerên bi vî rengî li gorî zagonan bêne darizandin.