PAJK'ê banga 'Kobanê' li jinan kir
12:41
JINHA
BEHDÎNAN - Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Emîne Erciyes li dijî êrîşên li hemberî herêma Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bang li tevahiya jinan kir ku xwedî li berxwedanê derkevin û got: "Jin wê ji niha û pê ve xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Bi taybetî pêwîste jin beşdarî berxwedana li dijî êrîşên li hemberî Kobanê bibin û xwedî li vê berxwedanê derkevin.”
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Emîne Erciyes da xuyakirin ku êrîşên nêzî mehekê yên koma Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) li dijî Kantona Kobanê dike, êrîşên li hemberî vîna azad û sîstema demokratîk a gelan e. Emîne anî ziman ku armanca bingehîn a van êrîşan têkbirina sîstema azadîparêz û xweser e û got, "Li hemberî destketiyên şoreşa Rojava, di serî de DAIŞ hêzên hegemon dest bi êrîşê kirin. Ev hêzên ku beriya niha digotin li dijî rejîmê şer dikin, îro êrîşî Kantonên Rojava dikin. Lewma armanca van hêzan ji têkbirina rejîmê wêdetir, tinekirina sîstema azadîparêz û xweser a demokratîk a gelê Kurd e. Ji ber vê yekê ti pirsgirêkek van hêzan bi rejîmê re nîne, pirsgirêka xwe bi gelên dixwazin azadî, vîna azad biafirîne re, hene."
Tu peywendiya xwe bi îslamê re nîne!
Emîne da zanîn ku hêzên êrîşî şoreşa Rojava dikin xwe naspêrin gelan û diyar kir ku siparteya van a bingehîn sîstema hegemon e û ti eleqeya xwe bi Îslamê re jî nîne.
Emîne axaftina xwe wiha dewam kir: "Berê êrîşên xwe dane gelekî Misilman. Hêzên hegemon ên Îslam kirine navgînek ji bo armancên xwe yên desthilatdariyê, mîna vîrûsekê van hêzan diajon ser gelan. Vana hêzên xwe li ser xwîna gelan xwedî dikin e. Gelek caran derketiye holê ku ev hêz ji aliyê hêzên hegemon ve tên xwedîkirin û destekkirin. Dewletên derve alîkariya madî didin, perwerde dikin. Armanca çeteyan armanca hêzên hegemon e. Armanca hêzên hegemon jî şikandina vîna di kesayetiya gelan de derketiye holê ye. Gelê Kurd bi sîstema xwe ya li Rojava ava kir re nîşan da ku gel dikarinb ê dewlet jî, bi desthilatdarî jî bijîn û xwe biparêzin. Niha hemû gelên Rojhilata Navîn, Kurd û gelên cîhanê bawer dikin ku bê dewlet û bê desthilatdarî jî dikare were jiyîn. Lewma sîstema demokratîk a li Rojava, rastî nerazîbûna mezin a hêzên desthilatdar tê."
Tirkiya şer sor dike
Emîne ragihand ku hêzên di ji nû ve dîzayna Sûriyeyê de xwedî armanc û berjewendiyan e destekê didin DAIŞ'ê û yek ji van dewletan jî dewleta Tirk e ku di rêzên destpêkê de cih digire. Emîne dewleta Tirk jî hişyar kir: "Ji bo çareseriya demokratîk û azadîparêz a pirsgirêka Kurd di navbera Rêbertiya me û dewletê de pêvajoya diyalogê heye. Rêbertiya me di peyama xwe ya Newroza îsal de diyar kir ku divê bingeha qanûnî ji vê pêvajoyê re were afirandin û pêvajo veguhere muzkareyê. Tabloya di Newroze de derket holê, yekitiya neteweyî ya gelê Kurd nîşanî her kesî daye. Sedema destekkirina Tirkiyeyê ya vî şerî jî, daxwaza parçekirina yekitiya neteweyî ya Kurd e. Eger dewleta Tirk wê vîna gelê Kurd nas bike, neçare vîna li parçeyên din ên Kurdistanê derketine holê nas bike. Tirkiye her tim bû hêza ku şerê li Rojava sor dike. Divê êdî dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde."
Tu hêz wê nikaribe bişkîne
Emîne diyar kir ku sîstema demokratîk û vîna azad a li Kantonan derketiye holê nerazîbûna PDK'ê jî kişandiye ser xwe û bibîr xist ku li Başûrê Kurdistanê yekane hêza da xuyakirin ku Kantonan nas nake PDK ye. Emîne da zanîn ku tirsa bingehîn a PDK'ê ew e ku gelê di bin kontrola wê de jî sibê rabe daxwaza sîstema demokratîk û azad bike û destnîşan kir ku ev yek jî wê bibe dawiya desthilatdariya PDK'ê.
Emîne ji bo hêzên li hemberî êrîşên li dijî Kantonên Rojavayê Kurdistanê bêdeng in got, "Di serî de dewleta Tirk divê hin Kurdên nokerên sîstemê vê zanibin; Kurdan êdî vîna xwe ya azad afirandine, parastina xwe ya cewherî ava kirine, bi şêweyê Kantonan sîstema xwe dane rûniştandin. Ti êrîş wê nikaribe vê bişkîne, nikaribe parçe bike, nikaribe belav bike, nikaribe hilweşîne. Gelê Kurd wê parastina xwe ya cewherî xurt bike."
Divê jin beşdarî berxwedanê bibin
Emîne ragihand ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û di ser keda jinê berxwedan bilind dibe û di serî de jinên Kurd ev bang li tevahiya jinên cîhanê kir: "Jin wê ji niha û pê ve xwedî li şoreşa Rojava derkevin. Bi taybetî pêwîste jin beşdarî berxwedana li dijî êrîşên li hemberî Kobanê bibin û xwedî li vê berxwedanê derkevin. Ev yek rûmeta jinbûyînê ye. Divê gel û ciwanên Kurd ji çar aliyên Kurdistanê bi awayekî aktîf li refên şoreşa Rojava cih bigirin. Hêviya yekane ya jinan, rizgariya yekane refên şoreşê ne, refên azadiyê ne. Rojava ev yek raxistiye pêş çavan. Berdêla herî giran a şer jin didin. Pêwîste jin li dora şoreşê bibin yek, destketiyên şoreşê biparêzin û bi hêzeke xurtir xwedî li kantonan derkevin. Her kes dikare tiştekî ji bo azadiyê bike. Yê hêza xwe heye dikare beşdarî refên YPG û YPJ'ê bibin, têkoşînê bilind bikin. Li gel vê yekê pêwîste ji bo parastin û pêşvebirina sîstemê desteka madî û manewî were dayîn. Bang li tevahiya jinan û derdorên demokratîk dikim ku xwedî li berxwedana li Rojava derkevin."
Çavkanî: ANF

