Rahşan Bataray:Qatîl di nava mede digerin!

14:35

JINHA


AMED – Di çalakiya runiştinê ya dibin pêşengiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê de pêhat de di hefteya 268’an de kesên ku di qirkirina 28’an de hatine qetilkirin hatin bibîranîn. Di çalakiyê de Parêzer Rahşan Bataray diyar kir ku qatîlên ev kiriyar kirine nehatine darezandin û ne darezandina wan cesaretê dide zêdekirina van kiriyaran û got: “Em emînin ku hêzên taybet yên ku bi çekan zarokên me qetilkirine nehatine darezandin. Ew qatîl hîna di nava me de digerin û peywira xwe berdewan dikin.”


Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên wendayan bi duruşma “Bila wenda bên dîtin û faîl bên darezandin” di hefteya 268’an de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyoluyê çalakiya xwe li darxistin. Çalakiya ku her heftî tê li darxistin vê hefteyê jî mijara wan bû bûyera 28’ê Adarê. Di çalakiyê de bûyera 28’ê Adara 2006’an dema ku cenazeyê 14 HPG yiyan anîn Amedê paşê çalakî derketin û din ava hefteyekê de 4 jê zarok 10 welatî hatin qetilkirin. Di çalakiyê de Parêzer Rahşan Bataray anî ziman ku di welatek demokratîk û dad neyî de ew hefteya 268’emîn vê çalakiyê berdewam dikin. Rahşan da zanîn ku ew hêvîdarin hilbijartina sibê bi dadwerî bi encam bibe. Rahşan bilêv kir ku serhildana 28’ê Adarê dikeve sala xwe ya 8’an û wiha got: “Ji wê rojê heta niha sucên mirovahiyê berdewam dikin. Li gel vê jî nebêdengiya dadgihê berdewan dike.”


 ‘Berpirsên kirinan nehatin darezandin’


Ne cezakirina qatîlên ku welatî qetilkirine, tê wateya rewakirina bûyerên bi bî rengî û cesaret dayîna qatîlan û wiha domand: “Di bûyera 28’ê Adarê de bi dehan welatiyên me hatin qetilkirin. Lê qatîlên ku welatî qetilkirin nehatin darezandin. Heger ew qatîl hatibana darezandin qirkirinên berdewama wan çênedibûn. Hêzên taybet yên ku bi çekan zarokên me qetilkirine nehatine darezandin. Ew qatîl hîna din ava me de digerin û peywira xwe berdewan dikin. Divê êdî dad di vana liyan de rola xwe bilîzin.”


‘Emê ji pey diyar kirina qirkirinan venegerin’


Paşê jî Necîbe Guneş Perînçek daxuyaniya çapemeniyê xwend. Necîbe balkişand li ser bûyera 28’ê Adarê û got: “Girêdayî qirkirinên ku hatine jiyan kirin gotinên Serokwezîr yên weke ‘Jin be zarok be ya pêwîst dêbikin’ hene. Di bin van gotinên Serokwezir de 4 jê zarok 10 welatiyên me hatin qetilkirin. Bi dehan welatiyên me hatin birîndarkirin û gelek jê berasteng man. Gelek welatî hektin bin çavan, piraniya yên ketin bin çavan hatin girtin û bi îskenceyên giran re derbas bûn.” Necîbe anî ziman ku hîna faîl nehatine darezandin û ew dê weke ÎHD pêşiya van qirkirinen bernedin.


Piştî axaftinan 5 deqe çalakiya runiştinê hat kirin û bi dawî bû.


(zt)