BDP’ê li Amedê bi hezaran wesayîtan tura bajêr pêkanîn

17:45

 


JINHA


AMED – Rêxistina BDP’ê ya Amedê bi konvoyek ji hezaran wesayîtan pêkdihat li çar aliyê bajar geriyan. Konvoya ku namzetên hevşaredarên Bajarê Mezin yê Amedê û navçeyan jî di nav de ji aliyê gel ve bi kelecan hate pêşewazî kirin.  


Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bi boneya helbijartinên herêmi yên 30’ê Adarê, beriya hilbijartinê bi konvoyek mezin derketin tora bajêr. Bi hezaran wesayît beşdarî konvoyê bû. Di konvoyê de alayên BDP, KCK, PKK, KJB, YPG û flamayê kesk, sor û zer hatin hildan. Namzetên hevşaredarên bajarê mezin yê Amedê û navçeyên Rezan, Pirsus, Yenîşehîr û Surê jî tevlî konvoyê bûn. Bi hezaran welatî derketin balkonên xwe, bi lîlandin û nîşana serkeftinê konvo piştevaniya konvoyê kirin. Hinek welatiyan jî posterê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan li balkonên xwe vekirin. Ji niha de bajar serkeftina xwe diyar dikir. Welatî li wesayîtnê vale digeriyan ji bo beşdarî konvoyê bibin. Konvoyê ji Dîcleyê despêkir, li çar aliyê bajar geriyan û dawiyê li Batîkentê bidawî bû.


Piştî turê sibê piştî dengdanê saet  17.00 an dê li ber avahiyta Rêxistina BDP’ê kombibin.


(zt)