Li Wanê AKP yiyan êrîşî BDP yiyan kirin
18:06
JINHA
WAN - Endamê meclîsa şaredariyê yê BDP’yî Tarik Ozarslan û xebatkarê BDP’ê Cîhan Akdemîr rastî êrîşa komek AKP’yî hatin.
Li Taxa Îstasyon a navçeya Qerqelî ya Qanê şevê din Endamê meclîsa şaredariyê yên BDP’yî Tarik Ozarslan û xebatkarê BDP’ê Cîhan Akdemîr rastî êrîşa komek ji 15 kesan a AKP’yî hatin. Hat ragihandin ku di nav koma êrîşkar de Cengîz Ataç xwarziyê Serokê Rêxistina AKP’ê ya navçeyê Şîrîn Ataç û endamê Ciwanên AKP’yî Şeyhmus Coşkun jî hene. Komê bi dar, hesin û hwd. êrîşî BDP’yiyan kirine. Ozarslan û Akdemîr piştî mudaxeleya yekemîn sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Herêmê ya Wanê kirin. Hat diyarkirin ku difna Ozarslan şkestiye. BDP’yiyan der barê êrîşkaran de gilî kirin.
(zt)
