Jin çima ji siyasetê tên dûrxistin?

12:04

Leyla AYAZ/Eylem DAŞ-JINHA


AMED- 9 parlamenterên jin ên BDP’ê, di sala 2012’an de li parlamentoyê û li derveyî parlamentoyê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, kurd û gelan di nava hewldanan de bûn. Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtanê, diyar kir AKP di sala 2012’an de jinên muxalîf û  bi taybetî jî jinên BDP’î hedef girt, xwest jinê bi her awayî ji qada jiyanê û ji qada siyasetê dûr bixe. Mulkiye, got ku jin di têkoşîna xwe de wekî her sal îsal jî bi bîryar bûn.


Ligel 2 parlamenterên li girtîgehê 11 parlamenterên jin ên BDP’ê hene. 9 parlamenterên jin, wekî salên borî di sala 2012’an de jî li parlamentoyê û li derveyî parlamentoyê ji bo çareseriya pirsgirêka jin, kurd û gelan di nava hewldanan de bû. Parlamenterên jin di pêvajoyên herî bi çalak de li kolanan ligel êrîşên siyasî û fîzîkî daxwazên xwe ji bo azadî, aştî, wekhevî û demokrasiyê anîn ziman. Parlamenterên jin ên BDP’ê ligel 8’ê Adarê û Newrozê û rojên din ên taybet her tim pêşeng bûn. Parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtanê der barê siyaseta Tirkiyeyê, rewşa parlamentoyê  û parlamenterên jin a sala 2012’an de nêrînên xwe ji JINHA’yê re parvekir.


Parlamenter Mulkiye, destnîşan kir ku li hemberi siyaseta kurdan her sal êrîşeke bi tund heye û ev sal jî ji bo siyasetmedarên kurd saleke bi zehmet derbas bû. Mulkiye, daxuyand ku siyaseta kurd û Tevgera Azadiya Kurd û Tevgera Jina Kurd li hemberi siyaseta ku tê meşandin têkoşîna xwe didomînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dawiya 2011’an de komkujiya Robaskê pêk hat, jinên kurd bi awayekî xurt di hela civakî û siyasî de xwedî li zorak û malbatên kurdan derketin. Heya dawiya vê salê jî xwedî li derketinek hebû ligel nedarizandina sûcdaran. Bi taybetî jinên kurd û gelê kurd naxwazin ev komkujî bê jibîrkirin. Di Komara Tirkiyeyê de gelek qetliam çêbû û niha komkujiya Roboskê jî cih xwe di  nava van rûpelên dîrokê de cih girt.”


‘Jinê ji siyasetê dûr dixin’


Mulkiye Bîrtane, got ku helwesta hikûmeta AKP’ê jî ya li hemberî jinê ji dûrxistina hemû qadên jiyanê ye,  li qada siyasetê jî heman helwestê nîşan dide. Mulkiye, da zanîn ku 76 parlamenterên jin li parlamentoyê hene, li gorî hejmara parlamenterên AKP’ê hejmara parlamenterên jin gelek kêm e û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di parlamentoyê de bêtir jin bi partiya me BDP’ê temsîliyeta xwe dibine. Dema tu kar û barê parlamenterên jin ên BDP’ê dinêrî AKP’ê û bi taybetî jî serokwezîr ditirsine.”


‘Partiyên din jinan re dibin asteng’


Mulkiye, da zanîn ku  çawa di nav partiyan de temsîliyeta jinê kêm e û di nava hikûmetê de jî temsîliyeta jinê kêm e, tenê wezîrek jin heye, Wezareta Polîtîkayên Civakê û Malbatê heye. Mulkiye, wiha axivî: “Wezîr Fatma Şahîn dixwaze hîn tiştan bike lê fikr, raman û feraseta partiyê nahele cudabûna jinê derkeve holê, rê li pêşiya jinê digire. Ev jî nikare di kare xwe de serbikeve. Di polîtîkaya Tirkiyeyê de tenê Erdogan xwedî mafê axaftinê ye. Di biryarên wekî kurtaj û sezeryanê de biryarên li hemberî mafê jinê hatin girtin, em wekî jinên BDP’î li hemberî vê nêzîkatiyê bertekên xwe anî ziman.”


‘Li hemberî jinan rêbaza mafyayê’


Parlamenter Mulkiye, bal kişand ser hedef girtina parlamenterên jin û wiha pê de çû: “Dema em qada siyasete dinêrîn siyasetmedarên jin ên kurd di hedefa AKP’ê de ye. Ji parlamentera berê Sevahîr Bayindir bigirin heta dawiyê Pervîn Buldan û hevseroka BDP’ê ya Stenbolê Asiye Kolçak bi bombeyên gazê hatin birîndarkirin. Bi taybetî di çalakiyên girseyî de siyasetmedarên jin, parlamenterên jin û jinên pêşeng dibin hedef û bi bombeyên gazê tên birîndarkirin û bi taybetî linge van dixin. Ev gelek balkêş e. Rêbaza mafyayê, ji ber ku mafya dibêje emê berdin peniya wê. Bi vî şeklî dixwazin jinê ji qada siyasetê dûr bixin. Lê belê tiştek tê jibirkirin, çiqas hûn ji jinê siyasetê durbixin têkoşîna ku 30 sal in tê dayîn di mejiyê gelê kurd û bi taybetî di mejiyê jina kurd de gelek guhertinan kiriye. Hûn rêya jinê bigirin jî nakarin jinê ji têkoşînê dûr bixwin. Ev sekn û helwesta me dibe sedema xwedî li derketina dayik.” 


‘Şopandina rastiyê dê bidome’


Mulkiye, got ku MHP û CHP’ê jî wekî AKP’ê difikirin û bi heman ferasetê nêzî mijara jinê dibin û wiha got: “Heke jin di qada siyasete de û di qada civakê de temsîliyet û berpirsiyariyeke bigirin dê di vê saziyê de edalet, aştî û wekhevî jî hebe. Pirsgirêka ku em niha dijîn girêdayî pergala serdest a bavsalarî re heye. Heya ku hemû partî vê ferasetê neşkenîn dê astengiyên li hemberî jinê jî bidomin. Em siyasetmedarên jin ên BDP’ê li siyaseta Tirkiyeyê re bûn mînak. Têkoşîna ji bo rastiyê dê jinê jî azad bike û civakê jî azad bike. Her wekî birêz Ocalan jî goti bû ‘heta ku jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Jin dev jî lêgerîn û şopandina rastiyê bernadin.”


‘Dixwazin bila rakin û  naxwazin jî bila ranekin!’


Mulkiye di axaftina xwe de bal kişand ser rakirina destnedayinê û wiha got: “Di hedafa AKP’ê de bêtir siyasetmedarên jin ên BDP’ê hene. Mijara rakirina desnedayinê dema mirov dinirxine, hemû parlamenterên BDP’ê di pratîkê de mafê destnedayinê hatiye rakirin, tenê nehatiye fermîkirin. Ji ber ku parlamenterên kurd rastî her cûreyên êrîşê tên. Têkoşîna ku tê meşandin jî  bûye malê gelê kurd, bi  tu awayî jinên kurd li hemberî siyaseta qirêj bêdeng nabe û nayên xapandin. Dixwazin bila rakin û  naxwazin jî bila ranekin, li ser kêyfa wanê. Em armanc dikin ku layiqên nirxên gelê xwe bin.  Çawa dixwazin sala 1994’an kurdan ji siyasetê dûr bixin, niha jî heman helwestê nîşan didin. Lê dê têkoşîn bidome.”


‘Xwedî li zimanê dayikê derkevin!’


Parlamenter Mulkiye bal kişand ser bikaranîn û qedexekira zimanê dayikê û destnîşan kir ku girtiyên azadiyê, şoreşger û têkoşeran di sala 2012’an de têkoşîna xwe bilind kirin û nîşanî cîhanê dan. Mulkiye, wiha axivî: “Di qada siyasî û civakê de ne tenê alîgirên BDP’ê û gelê kurd divê xwedî li nirxên xwe derkevin. Ev nirx jî di nav şertên girtiyên azadiyê de cih xwe girtibû. Perwerdeya bi zimanê kurdî û axaftina bi kurdî bû. Divê gelê kurd xwedî vî nirxê derkevin û hemû qadan bi zimanê zikmakî biaxifin.”


‘Ji bo sala nû bingehek hatiye avêtin’


Parlamenter Mulkiye Bîrtane, daxuyand ku di hêla jinê de 30 sal in bingehek hatiye avêtin, li ser vê himê her sal têkoşîn berfirehtir dibe. Mulkiye, wiha  dawî li axaftina xwe anî: “Jin çava mohra xwe siyaseta 2012’an xist, ev mohra xwe dê sala nû re bike bingehek. Em dibêjin ji paşve çûyinê re na, pêşve çûyinê re erê. Li hemberî zilm, zordarî û zextan dê dîsa têkoşîna xwe bidomînin.”


(la)


Wêne- Eylem DAŞ