Li Êlihê qirkirina jinan
18:50
Adar
29
/ 2014
JINHA
ÊLÎH – Li Êlihê Meyaser Can ji aliyê hevserê xwe ve bi kêran hat qetilkirin.
Li Êlihê jina bi navê Meyaser Can ya ku li taxa Şîrînevler ê rudinişt ji aliyê hevserê xwe ve bi kêran hat birîndar kirin. Meyaser rakirin Nexweşxaneya Herêmi ya Dewletê a Êlihê, lê li gel hemû mudaxeleyan jî Meyaser rizgar nebû û jiyana xwe ji dest da.
Qatîl Sadik Can jî hema piştî bûyerê çu teslîmî qereqolê bû.
(zt)
