Welatî daristanan şîn dikin dewlet jî dibire û terumar dike!

09:47

Bêrîtan Elyakut / JINHA


AMED – Li navçeya Xulaman ya Xerpêtê girêdayî qirkirina xwezayî û birîna daran ya ku sê gund daye ber xwe û berdewam dike gundiyê Stêrka Newalê Mustafa Dag axivî û got: “Dewletê despêkê hinek derfetên xwedîkirina bizina ji bo me hêla û paşê jî xweza û daristanên me li me qedexe kirin. Niha cihê çêriwa bizinên me nehêlane. Hatine li vanderan hemû dar û daristanên me dibirin.” Namzetê Hevşaredarê Navçeya BDP’ê ya Xulaman Orhan Yilmaz jî got: “Îro di destê me de tenê xwedîkirina bizinan maye. Em desturê nadin ku wê jî ji me bigirin û biqedînin.”


 Li Navçeya Xulaman ya Xerpêtê bi taybetî jî gundên Stêrka, Stêrka Newalê û Kundikan dane ber xwe daristanên wan hemûyê dibirin. Li hemberî vê rewşê gundî bi bertekin. Li navçeya Xulaman ev qirkirina xwezayê ji gundê Stêrka despêkiriye pêde diçe û het niha daristanên sê gundan qedandine. Ev nêzî mehekêye dest bi vê qirkirina xwezayê û birîna daran ya li navçeya Xulaman despêkiriye. Li hemberî vê rewşê gundî li hev civiyan û ev daxwazên xwe ji Mudurê Daristanan re ragihandin.  Namzetê Hevşaredarê Navçeya BDP’ê ya Xulaman Orhan Yilmaz diyar kir ku li navçeya Xulaman ajalvnî û teybetî jî xwedîkirina bizinan kevneşopiyek kevine ji bav û kalên wan maye niha dixwazin li me qedexebikin. Kiyayê gundê Stêrka Muzafer Turkel jî got: “Emê li hemberî vê birîna daran rawestin. Kes nikare daristanên me bi zorê ji destê me bigirin. Emê tucarî desturê nedin vê.”


‘Hikumet dest dide ser daristanên me’


Yek ji welatiyê gundê Stêrka Mehmed Alî Turker jî anî ziman ku ew daristanê berî niha bi salan wan bi destê xwe çandine niha ji aliyê hikumetê ve tên birîn û wiha got: “Hikumetê dest daye ser daristanên me. Sed bizinên me hene, em wan bizinan bi çiloyê van daran xwedî dikîn. Niha daristanên me dibirin. Em neçarin ku ji pereyê berîka xwe bizinên xwe xwedî bikîn. Ev jî j ime nayê, em nikarin evqas bizin bi kirîna alif xwedî bikîn.” Mehmed da zanîn ku heta dawiyê ew li hemberî vê qirkirina xwezayê û birîna daranin û wiha domand: “Tên li ber çavê me daristanên me dibirin. Ev tiştek nayê pejirandine.” Mehmed destnîşan kir ku ew debara xwe bi xwedîkirina bizinan dikin û bizinên xwe jî bi darên berû xwedî dikîn. Mehmed derbirî ku heger darên ew yên berû bibirin ewê li vêderê debara xwe bi çî bikin.


‘Kes nikare daristanên me bi zorê ji destê me bigirin’


Kiyayê gundê Stêrka Muzafer Turkel jî diyar kir ku berê li gundê wan bi giştî nêzî hezar bizinan hebûn û wan hemû demên salê bizinên xwe bi şînatiya van darên berû xwedî dikirin û wiha berdewam kir: “Emê li hemberî vê birîna daristanan rawestin. Kes nikare bi zorê daristanên me ji destê me bigirin. Emê tucarî ji vê re desturê nedin.” Muzafer da zanîn ku birîna daran hem madî û hem jî manewî wan di şerteke gelek zor de dihêlin û wiha pêde çû: “ Dewlet jî Mudurê Daristanan jî dizane tenê debara me li ser xwedîkirina bizinane û em bizinên xwe jî bi çiloyê van darên berû xwedî dikîn. Dizanin ev daristane ji bom e çiqasî giringe. Heger birîna daran berdewam bike, dê me gundiyên li van gundan gelek di rewşek zor de bihêlin.”Muzafer destnîşan kir ku bila demek ji ya dinê zutir dest ji vî karê birîna daran berdin.


‘Tenê debara me li ser ajalvaniyê ye’


Ji gundiyên gundê Stêrka Newalê Mustafa Dag jî wiha axivî: “Despêkê dewletê ji bo xwedîkirina ajalan hinek derfet dan, paşê jî derketina me ya daristanê û daristanên me l ime qedexe dikin. Heger darên me yên berû bibirin emê bizinên xwe biç î xwedî dikin. Em neçarin ji berîka xwe wan xwedî bikin. Ev jî j ime nayê, em nikarin çar demsalên salê bi pereyê berîka xwe bizinan xwedî bikin.” Mustafa derbirî ku dê weke gundiyên Stêrka Newalê serî li Dozgeriya Xerpêtê bidin. Kiya yê gundê Kundikan Mehmed Baltali jî diyar kir ku gundê wan weke kelha bizinan tê binav kirin, lê heger ev birîna daran berdewam bike dê gundî nikarin bizinan xwedî bikin û wiha axivî: “Ev qirkirina xwezayê en ez û ne jî gundî dixwazin. Li vê derê ji derveyî xwedîkirina bizinan em nikarin tuşteke dinê bikin. Heta niha her dem me jiyana xwe bi xwedîkirina bizinan berdewam kiriye. Di aliyê erdnîgariyê de jî ji derveyî xwedîkirina bizinan karekedinê nayê kirin.” Mehmed da zanîn ku birîna daran dê bibe sedema ku gundî ji gund koç bikin û êdî derfetê jiyanê ji gundiyan re nemîne.


‘Emê li hember qirkirina daristanên xwe bêdeng nemînin’


Namzetê Hevşaredarê Navçeya BDP’ê ya Xulaman Orhan Yilmaz jî destnîşan kir ku di navçeya Xulaman de xwedîkirina bizinan kevneşopiyek kevnare ji dema bav û kalên me maye. Orhan anî ziman ku di navçeyê de tenê ajalvanî tê kirin û ji ajalan jî piranî jiyana gundiyan li ser xwedîkirina bizinane û wiha got: “Ji ber li vêderê zivistan gelek zor derbas dibe. Em neçarin demdirêj bizinên xwe di hindir de xwedî dikin. Di dema ku bizin di hindir denin hemû xwarina wan çiloyê van darên berû ne. “ Orhan bilêv kir ku ew weke welatiyên navçeya Xulaman dê li hemberî birîna daristanan bisekin û wiha domand: “Emê li hember qirkirina daristanên xwe bê deng nemînin. Ji xwe dewlemendiyên navçeyê yên bin erd bi destê dewletê tê talankirin. Ciwanên me bi buçeyek kêm tên xebitandin. Welatiyên me neçarî koçberiyê kirine. Îro di destê me de tenê xwedîkirina bizinan maye hewil didin ku wê jî j ime bigerin. Emê qet desturê nedin darisanên me ji destê me bigirin û çanda me ya kevnare ya xwedî kirina bizinan bê tunekirin.”


(zt)