Li hemberî namzetan astengiya polîsan

10:08

JINHA


AMED – Dema ku Namzeta Hevşaredara Navçeya Surê Fatma Şik Barut li dibistanên ku hilbijartin lê heyî geriya, polîsan kêşana dîmenên medyayê asteng kirin û nehêlan çapemenî wêne  û dîmenan bigirin.


Dema ku  Namzeta Hevşaredara Navçeya Surê ya Amedê Fatma Şik Barut li dibistanên ku hilbijartin lê heyî geriya, polîsan kêşana dîmenên medyayê asteng kirin. Fatma li ser Sindoqên hilbijartinan yên li dibistana seretayi ya Suleyman Nazif  yên Surê di geriya û bi gel re hevdîtin dikirin ji aliyê polîsan ve girtina wêne û dîmenan ya çepemeniyê hat asteng kirin. Weke dinê jî polîsan bi gotinên weke “em we dinasin” gera Namzeta Hevşaredariyê Fatma Şik Barut  ya li ser sindoqan asteng kirin. Li gorî ku parêzeran genelgeya hilbijartinan nîşan dan jî polîsan bi gorinên weke “em genelgeyên hilbijartinan nasnakin” helwesta xwe berdewam kirin.


(zt)