Li Wanê nûçegihanên JINHA û DÎHA yê hatin binçavkirin

10:27

JINHA


WAN – Li dibistana ku hilbijartin lê dihat kirin,  cerdevan bi çek ve diçin ser sindoqan û wiha dengê xwe bi kar bînin. Dema ku çapemeniyê xwest wêne û dîmenên wan bigirin hatin asteng kirin û nûçegihana JINHA yê Hîcret Çîftçî û nûçegihanê DÎHA yê Kayser Tekîn kirin binçavan.


Li herêmê hilbijartinên herêmî bi hemû aloziyên xwe ve berdewam dikin.  Li Lîseya Teknîkê ya Huma Hatun kizi ya Kelha Wanê  cerdevan bi çek ve hatin li ser sendoqan û dengê xwe bi kar anîn. Dema ku nûçegihana JINHA yê  Hîcret Çîftçî û nûçegihanê DÎHA yê Kayser Tekîn xwestin wêneyê wan bigirin ji aliyê polîsan ve hatin getrin û kirin binçavan.


(zt)