Jinan li gora derfetên xwe ji bo xwe kar peydakirin

11:38

Ozlem Akın-Tekoşin Tekin/JINHA


EDENE – Ji ber şerê 30 salan li herêmê tê meşandin, gelek welatî neçar mane cîh û warên xwe berdane. Welatiyên ku cîh û warên xwe berdane ber bi aliyê Tirkiyê çune û li bajar û metrepolan bi cîh bûne. Yek ji wan bajarên ku herî zêde koçber lê bicîh bûne jî Edeneye. Li Edeneyê jin ji karmendan bi gazindin. Karmendan kar nadin jinên xwedî zarok û temenê wan ji 30 saliyê zêdetir. Jin bi xwe derfetên kar ji xwe re ava dikin. Jinên ku bi xwe dezgahên nanê sêlê vekirin axivîn û gotin: “Banga me ji bo hemû jinan bil adi malên xwe de ne runin. Bi xwe derfetên kar ji xwe re bi afirînin.”


Edene ya ku di Tirkiyê de bajarê 5’emîne her roja ku diçe bêkarî lê zêde dibe. Jin bi xwe ji bo debara xwe û malbata xwe derfetên kar avadikin. Jinan diyar kirin ku ew ji karmendan bi gazindin û bi zorê kar des wan dikevin. Jina 34 sali ya bi navê Tulîn Kaplan da zanîn ku wê li gel hinek hevalên xwe yên jin dezgeha nanê sêlê vekirine. Tulîn anî ziman ku berê ew di gelek karan de xebitiye, lê dema ku ew bûye xwedî zarok bi zor kar des wê dike û wiha got: “Ez niha bi karê xwe zarokên xwe li gel xwe digirim. Ji xwe karmend pir naxwazin kar bidin jinên xwedî zarok û yên temenê wan bi ser 30 saliyê. Ji ber van sedeman min li gel hevalên xwe ev dezgah avakir.”


‘Bila jin di mal de ne runin’


Tulîn bilêv kir ku li gel hemû zoriyan jî bila jin di mal de ne sekinin û wiha domand: “Çî dibe bila bibe divê jin di mal de nemînin. Bi deskeftiyek biçuk be jî jin bi xebitin baştir dibe.” Funda Aybek ji destnîşan kir ku rojê ew dinvbera 60-70 an de nanê sêlê û kade difiroşin û wiha berdewam kir: “Berî niha min bi karê xwe alîkarî dida hevserê xwe. Lê niha min li gel hevalên xwe me çareyek wiha ji xwe re peydakir. Ez sê hefteye me li vêderê ji bo xwe ev dezgahe vekiriye. Heta niha zapite xwe tevlî karê me nakin lê paşê çî bibe em jî nizanin. Lê armanca me ewe ku em tezgeha xwe mezin bikin û di pêşerojê de dukanekê vekin.”


‘Ez dixwazim bi keda destê xwe mesrefa mala xwe bikim’


Jina bi navê Meral Sikintî ya 51 salî jî di kafeyek ya nava bajar de nanê xêlê çêdike. Meral diyar kir kul i gel vî temnê xwe yê mezin jî bi karkirinê nakeve zorê. Meral bilêvkir ku bila hemû jin bixebitin û di aliyê aborî de xwe li ser lingê xwe bigirin û got: “Hevserê min dixebite. 4 zarokên min hene û hemî zewicîne. Pir pêdiviya min bi karkirinê nîne . Lê ji pereyê hevserê xwe ez bi xwe bi destê xwe karbikim û heqdesta xwe mesref bikim ji bo min hêsantire. Bila jin bixebitin û mehtacî hevserê xwe nebin. Heger ez di vî temenî de dixebitim, jinên ciwan dê hêsantir bixebitin.” Hetîce Demîr ya 44 salî û di heman kafeyê de nanê sêlê çêdike jî da zanîn ku ew di gelek karan de xebitiye. Hatîce destnîşan kir ku wê qeza derbas kiriye û êdî nikare karên li ser lingan bike ji ber wê jî karê nanê sêlê dike û wiha domand: “Dema ku jin bi xwe bi xebitin û deskeftî bi des xwe ve bînin, dikarin lig ora keyfa xwe jî mesref bikin.”


(zt)