Li Amedê astengiyên yekem yên hilbijartinê despêkirin
12:25
JINHA
AMED – Welatiyê bi navê Abdulhamîd Akbalik yê 105 salî û BDP yî serê sibê ji bo dengê xwe bi karbîne çu ser sindoqê. Lê dema ku Abdulhamîd kete kabînê ji bo dengê xwe bi kar bîne li gel wî berpirsê sindoqa Huda-Par ê pêre kete hindir û mudaxeleyê dengê Abdulhamîd kir. Girêdayî dengê Abdulhamîd malbatê gilîkirin. Li dibistana seretayi ya Yunus Emre ya Navçeya Rezan jî polîsan rêbererê sindoqa BDP’ê derxistin ji derve.
Li ber dibistana seretayi ya Deriyê Mêrdînê yê Amedê Welatiyê bi navê Abdulhamîd Akbalik yê 105 salî û BDP serê sibê zu çu ji bo dengê xwe bi kar bîne. Lê dema ku Abdulhamîd kete kabînê ji bo dengê xwe bi kar bîne li gel wî berpirsê sindoqa Huda-Par ê pêre kete hindir û mudaxeleyê dengê Abdulhamîd kir. Malbatê li gel Namzeta Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut û parêzerên li gel banî polîsan kirin û giliyê rêveberê sindoqê kirin.
‘Destura arîkariyê ne hat dayîn’
Kurê Abdulhamîd Sînan Akbalik diyar kir ku dema bavê wî kete kabînê ji bo dengê xwe bi kar bîne li gel wî berpirsê sindoqa Huda-Par ê pêre kete hindir û mudaxeleyê dengê bavê wî kir û wiha got: “Ji ber bavê min pir bit emene min xwest ez bi bavê xwe re bikevim kabînê, lê rêbeberê sindoqê destur neda. Piştî demekê rêveberê sindoqa Huda – Par ê bi bavê min re kete hindirê kabînê û deng bi kar anî. Em BDP liyîn. Bi vî awayî xebitandina dengan bê mafiyeke û emê gilî bikin.”
‘Astengiya li hemberî rêveberên sindoqên BDP’ê’
Li herêmê hilbijartin bi astengiyan berdewam dike. Li dibistana seretayi ya Yunus Emre ya Navçeya Rezan jî polîsan rêbererê sindoqa BDP’ê derxistin ji derve. Di baxçeyê dibistanê de rêveberê sindoqên BDP’ê bertek nîşanî vê rewşê dan.
(zt)
