‘Têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest dê bidome’
16:34
JINHA
MÊRDÎN– Şaredara Nisebînê Ayşe Gokkan, di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişand ser girtinên ku li Tirkiyeyê pêk tê û wiha got: “Ev rezaleta tenê li Tirkiyeyê pêk tê. Tayyîp Erdogan zîhniyeta serdest diparêze û dixwaze her kes bibe tirk û mêr.”
Li Nisebîna Mêrdinê jinan ji bo balê bikişînin li ser siyasetmedarên girtî ên jin Ayten Kahraman, Gursen Yildirim, Ayhan Dogan daxuyanî hat dayîn. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, şaredara Nisebînê, xebatkarên şaredariyê û jinên BDP’î tevli daxuyaniyê bûn.
Li ser navê jinan şaredar Ayşe Gokkan daxuyaniyê da û bal kişand ser girtinên li Tirkiyeyê. Ayşe, destnîşan kir ku ev rezalet tenê li Tirkiyeyê pêk tê û wiha got: “Tayyîp Erdogan serdestiyê diparêze. Dixwaze her kes bibe tirk û mêr. Cudabûnê qebûl nake. Kurd, elewî, jin, ciwan û tu kesî muxatab nagire. Tenê li gorî zîhniyeta serdest a mêr tevdigere. Zilma dewletê didome. Heke serokwezîr dibêje ez demokratim divê azadiya fikr û ramanê qebûl bike û mafê perwerda zimanê dayikê qebûl bike.” Ayşe, herî dawiyê got dê li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî daxuyaniyê jinên Nisebînê heya postaxaneyê meşiyan û girtiyên jin re kart şandin.
(la)

