Li Dêrikê êrîşî parêzer kirin
12:44
JINHA
MÊRDÎN – Li gundê Kotê yê girêdayî navçeya Dêrika Çiyêy Mazî AKP’ê xwest gundî bi giştî bi hev re deng bi kar bînin. Dema ku Parêzerê BDP’ê nerazîbûn nîşanî rewşê da rastî êrîşê hat.
Li gundê Kotê yê girêdayî navçeya Dêrika Çiyayê Mazi ya Mêrdînê AKP’ê xwest bi alîkariya kiyayê gund gundî hemû bi hev re dengên xwe bi kar bînin. Dema ku parêzerê BDP’ê nerazîbûn nîşanî rewşê da rastî êrîşê hat. 20 kesan bi dar û beran êrîşî parêzer kirin. Girêdayî mijarê Parêzer Ziya Bagi agahî da û diyar kir ku ji serê sibê heta niha AKP dixwazi gundî hemû bi hev re dengên xwe bi kar bînin. Ziya da zanîn ku dema bertek nîşanî bûyerê daye û xwestiye girêdayî rewşê not bigire rastî êrîşa AKP yiyan hatiye. Ziya destnîşan kir ku dema AKP yiyan êrîşî wî kirine leşkeran lê temaşe dikirin. Ziya bilêv kir ku leşker û AKP yî bi hev re ketine nava gund û zorê li gundiyan dikin da ku bi hev re dengên xwe bikar bînin.
(zt)
