Gültan: Emê Amedê bikin kelha demokrasiyê
13:07
JINHA
AMED – Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak dengê xwe bi karanî. Piştî dengdanê Gultan axaftinek kin kir û got: “Emê Amedê bikin kelha demokrasiyê. Di demokrasiyê de dêbê dîtin ku gel çiqas şanazin. Emê ji bo Amedê û ji bo gel bixebitin.”
Namzeta Hevşaredara Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê ya Bajarê Mezin yê Amedê Gultan Kişanak li Salona 1397 Nolu ya dibistana seretayi ya Seyit Ayşe Numan ya navçeya Rezan ya Amedê li gel malbata xwe dengê xwe bi kar anî. Piştî dengdanê Gultan axaftinek kin kir û wiha got: “Min dengê xwe da Amedê, aştiyê, demokrasî û azadiyê.” Gultan da zanîn ku her dengê ku gel bi kar bîne giringe. Gultan bi boneya hilbijartinan di serî de ji bo Amedê û ji hemû Tirkiyê re serkeftin xwest.
‘Vîna gelê Amedê ji bo me fermane’
Gultan anî ziman ku ew ji bo bilindkirina demokrasiyê din ava hewildanandenin û wiha domand: “Ji bo gelê me bi vîna xwe ya azad biryara xwe bide çî ji destê met ê emê bikin. Îro roja gelane, divê her kes rê nîşanî vê vîna gel bidin. Vîna gelê Amedê ji bom e fermane.” Gultan bilêv kir ku tenê peywira wan ewe ku dê lig ora daxwazên gel bixebirin û wiha got: “ Amed kelha aştî û demokrasiyê ye. Di demokrasiyê de dêbê dîtin ku gel çiqas şanazin. Emê ji bo Amedê û ji bo gel bixebitin.”
(zt)

