Li Sêrtê ÎHD û çavdêrên Îsveçî rastî astengiya polîsan hatin

13:25

JINHA


SÊRT – Li Sêrtê Şandeya ji 63 kesan pêktê ya ku ji Îsveçê weke çavdêr ji bo hilbijartinan hatîn û endamên ÎHD’ê rastî astengiya polîsan hatin.


Ji bo di hilbijartinên herêmîde her kes bikarin bi awayekî wekhev dengên xwe bikar bînin ji Îsveçê Şandeyak ji 63 kesan pêkdihat hatibûn Sêrtê. Şandeya ji Îsvêçê hatîn ya ji 63 kesan pêktên û endamên Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê rastî astengiya polîsan hatin. Dema ku endamên şandeyê xwestin li navend û navçeyên Sêrtê li ser sindoqan bigerin û çavdêrî bikin bi gatinên weke “mafê we yê li ser sindoqan rawestîn nîne” rastî astengiya polîsan hatin. Navenda ÎHD’ê ya ku şaxên wê li 38 navendan heye û li her derê weke çavdêr li ser sindoqan di rawestin jî ji aliyê polîsan ve bi hincetên weke ji derveyî fermiyetê dixebitin tên asteng kirin.


(zt)