Endamên Meclîsa Gel a Şera ji nîvî zêdetir jin in
13:33
JINHA
EFRÎN - Meclîsa Jinan a Navçeya Şera ya Efrînê bi armnca ji nûve rêxistinkirinê ji hemû endamên jin ên meclîsan re civîn lidar xist. Di civînê de Ednamên Meclîsa navçeya Şera ku hejmaran jinan ji nêvî zêdtire hatin destnîşankirin.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û piştre Endama Yekîtiya Star Şevîn Rustem axivî û bal kişand ser rewşa herêmê ya heyî û got ku pêwîste jinên Rojava xwe li gorî rewşa nû ya siyasî û civakî, birêxistin bikin. Şervîn Rustem bang li jinan kir tevlî sazî û dezgehan bibin.
Piştî axaftinê nîqaş çêbûn û hilbijartin hatin kirin. Di encama hilbijartinan de 27 jin ji bo meclîsên gundê Qetmê, Şera, Dêr Soran, Qort Qolan, Meydankê û Kampa Koçberan re hatin diyarkirin. 27 jinên ku hatin hilbijartin ew endamên meclisa gel a navçeyê ne ku hejmara wan 50 kesin. Bi vê yekê hejmara jinan di meclîsê de ji nêvî zedetir bû.
