Dewreya 17 jinan a perwerdeya bijîşkî bi dawî bû

13:36

JINHA


GIRKÊ LEGÊ - Heyva Sor a Kurd a bajarê Girkê Legê dewreya perwerdeya bijîşki ya 17 xwendekarên jin bi dawî kir û bawername li wan belav kir.


Şaxa Heyva Sor a Kurd a bajarê Girêkê Legê beriya mehekê dewreya perwerdeya bijîşkî ya 17 jinên ciwan dabû destpêkirin. xwendekarên dewreyê derbarê rewşên lezgîn, derzî, sîrom, dermankirna birînan û hin waneyên diyarîtî hatin perwerdekirin.


Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd a bajarê Girkê Legê Ehmed Reşîd bawernemeyên serkeftinê li xwendekarên jin ên ciwan belav kir. Ehmed Reşîd bidawîkirina dewreyê li xwendekaran pîroz kir û pêdiviya herêmên Rojavayê Kurdistanê bi kadroyên bijîşkê anî ziman.


Piştre hin xwendekarên ku di nava dewreyê de cihê xwe digirtin bi awayekî dildarî tevlî şaxa Heyva Sor a Kurd a bajarê Girkê Legê bûn.