Namzetên Hevşaredarên BDP’ê yên Nisêbînê dengên xwe bi kar anîn

14:10

JINHA


MÊRDÎN – Li navçeya Nisêbînê Namzetên Hevşaredarên BDP’ê Sara Kaya û Cengîz Kok dengên xwe bikar anîn.


Li Navçeya Nisêbînê ya Mirdînê Namzetên Hevşaredarên BDP’ê Sara Kaya ji bo bikaranîna denêg xwe di saetên serê sibê de çu ser sindoqa dengan ya hejmara 1064 ya li Lîseya Ticaretê ya Ataturk ya li  taxa 8 Mart ê dengê xwe bi kar anî. Cengîz Kok û Şaredara Nisêbînê Ayşê Gokan jî li sindoqa dengan ya li hejmara 1218 ya dibistana seretayî ya li taxa Yeşîlkent ê dengên xwe bikar anîn. Namzet bi nîşana serkeftinê çun li ser sindoqan û piştî dengên xwe bi kar anîn bi gel re sohbetê dikin. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya Nisêbînê Sara Kaya piştî dengê xwe bikar anî axaftinek kin kir. Sara diyar kir ku ew hêvîdare dengê wê bibe wesîleya azadiya Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan, gelê kurd û girtiyên di girtîgihan de.


(zt)