Hejmara 71'an a Dengê Kurdistan derket
14:51
JINHA
QAMIŞLO - Ji Kovara Dengê Kurdistan a siyasî, fikrî û çandî ku her du mehan carekê derdikeve, Hejmara 71'an derket.
Di hejmara 71'ê ya Kovara Dengê Kurdistan de mijarên çanda îslamê, têkiliyên Kurd û Tirkan cihê xwe girtin. Di kovarê de cihekî taybet ji bo Şoreşa Sûriyê bi sernavê "Ên serkeftî kurd in" hatiye veqetand.
Her wiha di rûpelên kovarê de mijarên derbarê şoreşa Rojhilata Navîn û berxwedana gelên Kurd û Ereb, mijarên girêdayî fikr û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mijara roja cîhanê ya jinan 8'ê Adarê, hatin şîrovekirin.
Di vê hejmarê de gelek mijarên din ên girêdayî ol, bawerî, pirsgirêkên civakî, dîroka tevgera rizgarkirina kurdistanê, bermahiyên pêxemberan û mijarên zanistî cihên xwe girtin.
Kovara Dengê Kurdistan ya Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Erebî her du mehan carekê derdikeve û hejmara rûpelên wê 80 ye.
