Li Wanê di deriyê polê de polîs pisuleya dengan didin welatiyan
15:00
Adar
30
/ 2014
JINHA
WAN- Li dibistana seretayi ya Birol Emîn ya li taxa Karşiyaka ya li Wanê dema ku welatî diçin ji bo dengên xwe bikar bînin pisuleya dengan ji aliyê polîsan ve tê dayîna welatiyan. Li derdora dibistanê jî wesayîtên zirxî pirin.
Li dibistana seretayi ya Birol Emîn ya hejmara 1145 an ya li taxa Karşiyaka ya li Wanê dema ku welatî diçin ji bo dengên xwe bikar bînin pisuleya dengan ji aliyê polîsan ve tê dayîna welatiyan. Li deriyê dibistanê de li nasnameyan dinêrin. Li derdora dibistanê jî bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin. Hat zanîn ku ev rewş hîna berdewam dike.
(zt)

