Rojnamegerên jin dev jî gotina rastiyan bernadin

10:49

Leyla AYAZ/Eylem DAŞ - JINHA


AMED - Edîtora rojnameya Azadiya Welat Munevver Karademîr, bal kişand ser binpêkirina mafên rojnamegerên jin a sala 2012’an û wiha got: “Rojnamegerên jin ên Çapemeniya Azad û muxalîf ji ber ku di nav civakê de bûn, pergala serdest a li hemberî jinê deşîfre kirin, dianîn ziman û teşhîr dikirin bi şîdet, binçavkirin û girtinan re rû bi  rû man. Lê tu carî dev jî gotina rastiyan bernedan.”


Hêza ku herî zêde li ser civakê bi bandor çapemeniye. Çapemeniya ku bi zîhniyeta serdest a mêr tê birêvebirin mafên jinê desteser dike. Civak jî guhdar dike, temaşe dike û pratîze dike. Çapemenî bi ziman û feraseta xwe ya mêrane şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinê meşrû dike û serdestiya mêr diparêze. Tabloya 2012’an a di qada çapemeniyê de wekî salên borî bû. Gelek rojnamegerên jin ên muxalîf ji ber rastiyê vegotin û berhemên zîhniyeta serdest deşîfre kirin bi zext û zordariyan re rû bi  rû man û hatin binçavkirin an jî hatin girtin. Munevver Karademîr, di rojnameya Azadiya Welat de edîtoriyê dike û bi salane bi zimanê kurdî re jî eleqedar dibe nêrînên xwe der barê zimanê serdest a medyayê, desteserkirina mafên jinan, qedexekirina zimanê zikmakî û zextên li ser rojnamegeran a sala 2012’an de pêk hatî ji ajansa me JINHA’yê re nirxand.


‘Desteserkirina destkeftiyên jinan’


Edîtora rojnameya Azadiya Welat Munevver Karademîr, diyar kir ku qanûnên ku di sala 2012’an de hatî derxistin dema mirov dinirxine, dibîne ku destkeftî û mafê jinê hatiye desteserkirin. Munevver, destnîşan kir ku mafê ku heyî jî hatiye astengkirin û tune tên dîtin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Li gorî salên borî îsal ligel têkoşîna jinê gelek qanûnên ku jinê paşve dibe hatin derxistin. Mijara mafê kurtajê gelek hat nîqaşkirin, ev tê wateya binpêkirina mafê jinê, ji ber ku jin êdî nikare der barê bedena xwe de jî biryarê bide. Ev êrîşeke bi tund e.”


‘Her tişt ji bo berjevendiya mêr hatiye afirandin’


Edîtora rojnameyê Munevver, di axaftina xwe de bal kişand ser zimanê medyayê û da zanîn ku bi taybetî jin her tim di hêla mexdûriyête de tê ziman, ji ber ku ev tişt li pêş e. Munevver, got ku jin bi têkoşîn, ked û hewldana xwe mafê xwe bidestxistiye lê pergala heyî tu carî rê nade ku jin li pêş bikeve û xwe bîne ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her tişt ji bo berjevendiyên mêr hatiye sîstematîzekirin. Bi taybetî qanûnên ku îsal hatî sererastkirin jî balkêş e. Qanûnên hatî derxistin ji bo jinê tenê zewacê ferz dike. Mafê jinê ku nezewicandî nîne, ji mafê civakê jî nikare sûde bigire. Malbat û civak ji mêr re girêdayî ye û bi qanûnan jî jin wekî kesên ku divê bê parastin hatiye dîtin.”


Xwe îfade nekirin…


Munevver, got ku dema mirov herêmê û jinên kurd dinirxîne, gelek jin ji ber ku zimanê xwe yê zikmakî diparêze bi awayeke nediyar hatin tecrîdkirin û wiha pê de çû: “Ji ber ku nikarin xwe îfade bikin. Lê niha rewşa jinên kurd ne wekî berê ye û jin bi têkoşîna, lêgerîna mafê xwe û hewldanên xwe li herêmê pêşketin. Ev jinên ku di çar diwaran de hatibûn heps kirin êdî dikarin xwe îfade bikin. Lê dema civaka serdest van hewladan û pêşketina jina kurd dît xwest van hewldanan asteng bike.”


‘Li hemberî şexsiyeta jinê êrîş hat kirin’


Edîtor Munevver Karademîr, di axaftina xwe de bal kişand ser zext û zordariya li hemberî çapemeniya alternatîf û rojnamegerên jin û da zanîn ku dema mirov çapemeniya azad dinirxine, di nav 2 salan de gelek rojnameger, nûçegihanên jin hat girtin.  Munevver, wiha axivî: “Nûçegîhanên jin dema li kolanan li pêy nûçeyan bûn rastî gelek pirsgirêkan dihatin. Rastî neheqî, şîdet, zext û zordariyê dihatin. Her wiha rojnamegerî hêj jî wekî karê mêran tê dîtin, ji ber vê jî dema şîdetê li hemberî nûçegîhanên mêr dihat kirin ji ber nûçeyaniya wî êrîş dihat kirin lê ya jinê ne wisa bû. Êrîşê li hemberî rojnamegeriya wê, nasnameya wê û zayendiya wê dihat kirin. Li hemberî şexsiyeta jinê êrîş dihat kirin û biçûk dihat xistin. Di teqîpkirina nûçeyan de jî cûdakariya zayendî ji hêla mekanîzmayên serdest ve dihat kirin û îro jî tê kirin. Dihat gotin ku ‘tu jinê çî karê te li vir heye. Tenê li hemberî rojnamegerên muxalîf ên jin ev nêzîkatî hebû.”


‘Çima rojnamegerên jin hedef hatin girtin?’


Munevver bal kişand ser girtina rojnamegerên jin û destnîşan kir ku gelo çima rojnamegerên jin ên muxalîf hatin girtin? Munevver, wiha got: “Gelo çima hatin girtin? Ji ber ku rastiyê dibêjin. Rojnameger bûn, di nav civakê de bûn û rastiyê dîditin. Neheqiyên ku li hemberî jinê nedihatin dîtin, deşîfre kirin, dianîn ziman û teşhîr dikirin. Rastiyan digotin. Ev tişt jî dibû sedema êrîş, binçavkirin û girtinan. Ligel vê jî xebata çapemeniya alternatîf a rojnamegerên jin heya îro jî bê navber didomin. Serdest tu carî nikarin maf û ramanê rojnamegerên jin desteser bikin.”


‘Dixwazin zimanê serdest ji holê rakin’


Ligel zext, zordarî, binçavkirin û girtinan dîsa jî çapemeniya alternatîf û rojnamegerên jin bi hewldanên xwe dixwazin zimanê serdest a ku di medyaya giştî de tê bikaranîn biguherînin. Munevver, der barê mijarê de wiha nêrînên xwe anî ziman: “Zimanê medyaya giştî her tim li dijî jinê hatiye bikaranîn. Mînakên wekî jina ku bi tecawizê re rû bi rû dimîne nav û paşnavên van tên diyarkirin. Medya jinê wekî vî tişt heq kiriye, bi daxwaza xwe kiriye dide. Doza N.Ç mînaka herî girîng e.  Medya zimanê wekî N.Ç vê bûyerê heq kiriyê û bi daxwaza xwe vê tiştî kiriye nûçe hat çêkirin.  Em wekî rojnamegerên jin ên Çapemeniya Azad dixwazin vê neheqiya ku li hemberî jinê tê kirin derxin holê û zimanê serdest biguherînin. Kesên ku qanûnan çêdikin, pratîze dikin û nûçeyên van çêdikin bi tevahî mêr in. Mêrê her tim mafdar dibinin. Em di nûçeyên xwe de dixwazin zimaneke alternatîf derxin holê vê berovajiyê ji holê rakin."


‘Ziman hebûna mirovan e’


Munevver di rojnameya Azadiya Welat de edîtoriyê dike û bi salane bi zimanê kurdî re eleqedar dibe û bal kişand ser rojnameya kurdî ya ku yekane li Tirkiyeyê weşana bi kurdî dike. Munevver, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez di rojnameya Azadiya Welat de dixebitim. Rojnameyeke xarû bi kurdî weşane dike. Piraniya xebatkarên rojnameyê jin in. Bi taybetî jin bi pirsgirêkên ziman re rû bi rû mane. Ziman bûye sedema ku jin ji civakê dûr bikeve. Ji ber ku di nava civakê de derfetên ku xwe bi zimanê xwe bîne ziman nîne. Jinên ku bêtir di rojnameyê de dest bi kar dikin rojnameyê wekî dibistan dibinin û zimanê xwe pêşdixin, hîn dikin, hin dibin û perwerde dibin. Ziman sedema hebûna mirovan e. Bi taybetî qedexekirina zimanê kurdî ya bi salan bandorê li ser jinê kiriye. Ji ber vê jî jin bêtir xwedî li zimanê xwe derdikevin.  Rastiyên ku mirov bi zimanê xwe yê dayikê bîne ziman zelaltir e. Dema tu bi zimanê serdest û biyaniyan fikr û ramanê xwe bînî ziman tu nikarî zelaltir bînî ziman. Dema mirov bi zimanê xwe bifikire, binivsîne, derdor û dayika xwe naskiribe, ev tehmek cûda dide mirovan. Niha rojnagerên girtî nikarin bi zimanê xwe yê dayikê parastina xwe bikin û her wiha gelek kes jî ji ber parastina zimanê dayikê bi salan li girtîgehan dimînin.”


(la)


Wêne-Dîmen: Leyla AYAZ- Eylem DAŞ