Li Riha û Hatayê di pevçûna keyatiyê de 6 kes mirin
15:31
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) di pevçûna keyatiyê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn. Li gundê Golbaşi yê navçeya Hatay Kirikhanê jî di pevçûna ji ber hilbijartina keyatiyê de 2 kes mirin, 9 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Riha Curnê Reş di navbera du namzetên keyatiya gundê Yuvacikê de pevçûnek çekdarÎ derket û di encamê de Orhan Tanik, Semîh Çelîk, Ertem Çelîk û Davût Çelîk jiyana xwe ji dest dan. Alî Bala, Ahmet Bala, Mehmet Balçik, Mahmût Balçik û 3 kesên navên wan nehat zanîn jî bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirni nexweşxaneyên li Rihayê, cenaza jî birin morgên nexweşxaneyan. Li gund dengdayîn hat rawestandin, jendermeyan tedbîrên tund ên ewlekariyê stendin.
Li navçeya Hayat Kirikhanê jî li hewça Dibistana Seretayî ya Îskan a gundê Golbaşi, di navbera xizmên du namzetên keyatiyê de ji ber dengdayînê nîqaş derket. Bi mezinbûna nîqaşê re her du alî bi çekan bi hev ketin. Di pevçûnê de Ayşe Y. û Îsmaîl B. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, yek jê giran 9 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Antakya û Kirikhanê. Cesedê kesên jiyana xwe ji dest dan jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê. Piştî pevçûnê jendermeyan li gund tedbîrên tund ên ewlekariyê stendin.
(zt)
