Ekonomîst: 10 hezar jinên Kurd xwe şewitandine

15:53

JINHA


 


NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Ekononmîst di raportekê de behsa rewşa jinan li Herêma kurdistanê dike û têde amaje bi wê yekê kiriye ku kuştin û xwe şewitandina jinan diyardeyeke metirsîdare, kovarê diyar kiriye ku bi pê amarên ne fermî piştî sala 1991 û heya niha nêzîkî 10 hezar jin ên ser 13 salî agir berdana bedena xwe û xwe şerwitandine.


Kovara Ekonomîst aşkira kiriye ku xweşewitandina jinan weku protestoyekê ye ji aliyê jinan ve li rojhilata navîn bi giştî her ji Misrê ta Pakîstanê, lê belê xweşewitandina jinan bûye diyardeyekî metirsîdar . wek amarên ne fermî piştî sala 1991`an û heya niha nêzîkî 10 hezar jinên ser temenê 13 salî agir berdana bedena xwe.


Endamê rêxistina Wadî a mirovî Felah Şakir ragihandiye: egera rûdanên hewmû şêwazên tundûtîjiya dijî jinan li nava her malbateke Kurdî de heye.


Rajîgihandiye: “Mirov dikare diyardeya xweşewitandinê weku nerazîbûnê û protestoyê ji aliyê jinan ve pênase bike beramber bi binpêkirinên dijî mafê jinan , her weha ew qurbaniyên ku ji mirinê rizgar bûne jî behsa rewaş xwe dikin ku qurbaniya adet û kevneşopiyên civakê ne weku zewcandina bi zorê yan çawa zarokên kiç ji dayîk dibin li ser pismam yan kesekî bihêz li nava malbatê tê mehir kirin, her weha piraniya wan jî rojane rû bi rûyê tundûtîjiyên malbatê tên ji aliyekî bav yan bira û heya xizman.”


Felah Şakir got: “Her çiqas yasayên Herêma Kurdistanê mafê jinan diparêze jî lê belê kuştina şeref li Herêma kurdistanê hîna heye û nikarin rakin û jin jî xwekuştinê hildibjêrin, çûnkî hest dikin ku mirî ne. ji ber vê jî piraniya haletên xweşewitandinê li nava male encam didin.”


(pk/zt)