Li Mahsertê muşahîtên BDP'yî hatin binçavkirin

16:32

JINHA 


MÊRDÎN - Li Mêrdînê, dengdana ku binpêkirina hilbijartinan û zexta leşker, polîs û AKP'ê destpê kir, bi binçavkirina muşahîtên BDP'yî dewam dike.


Li taxa Cûmhûriyet a navçeya Mahsertê, muşahîtên BDP'yî Şehmûs Dag û Mehmet Salîh Şîmşek ên li dibistana Seretayî ya Zubeyde Ana wezîfedar, hatin binçavkirin.


Ji muşahîtên birin Muduriyeta Emniyetê ya Mahsertê Şehmûs Dag serbest hat berdan, lê belê Mehmet Salîh Şîmşek hînê di binê çavan de tê ragirtin. Polîsan der barê sedema binçavkirina muşahîtan de tiştek negotin.