Li gel barîna berfa zêde jî li Wanê dengdan berdewam dike
16:47
JINHA
WAN- Li gel barîna berfa zêde jî welatiyên Wanê diherikin li ser sindoqan. Gelek welatî jî bi erebeyên tekleklî û gopalan çun li ser sindoqan ji bo dengên xwe bikar bînin.
Piştî xebatnên hilbijartinan yên demdirêj ji bo aştî û demokrasî bê Tirkiyê serê sibê hilbijartinan despêkir. Ji saetên serê sibê de welatî ji bo bikaranîna dengên xwe diherikin cihê dengdanê. Welatî li gel barîna berfa zêde jî herikîn dibistanan ji bo bikaranîna dengên xwe. Gelek welatî jî bi erebeyên tekleklî û gopalan çun li ser sindoqan ji bo dengên xwe bikar bînin. Gelek jin jî bi rengên kesk, sor û zer hatin dengê xwe bikar anîn.
(zt)

