Li Mûşê qeza 20 birîndar
16:52
Adar
30
/ 2014
JINHA
MÛŞ - Otobusa ku ji Wanê diçû Mûşê wergeriya û di encama qezayê de 2 giran bi tevahî 20 kes birîndarbûn.
Otobusa ku ji Wanê diçû Muşê ya bi plaqaya 34 UNJ 65 li 10 kîlometre nêzî rêgeha Bedlîsê ji ber barîna berfê û tîpiyê wergeriya. Ji ber riya şemetokî otobus wergeriya û qeza rûda di encama qezayê de 2 jê giran bi tevahî 20 kes birîndarbûn. Kesên ku birîndarbûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Muşê.
