Namzetên hevşaredarên BDP’ê yên Surê dengên xwe bi kar anîn

17:10

JINHA


AMED – Namzetên Hevşaredarên BDP’ê navçeya Surê ya Amedê Fatma Şik Barut û Seyîd Narin dengên xwe bikar anîn.


Namzetên Hevşaredarên navçeya Surê ya Amedê di saetên serê sibê de derketin nava bajar û gundan geriyan û moral dan welatiyan. Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya navçeya Surê ya Amedê Fatma Şik Barut û li Surê dengê xwe bikar anî. Namzetê Hevşaredarê BDP’ê yê navçeya Surê yê Amedê Seyîd Narin jî li navçeya Rezan dengên xwe bikar anî. Dema ku Seyîd li navçeya Rezan dengê xwe bi kar anî axaftinek kin kir. Seyîd diyar kir ku ew li gel welatiyane û got: “Ez li navçeya Surê namzetim lê  li navçeya Rezan dengê xwe bi kar tînim.”


 Namzeta Hevşaredara BDP’ê ya navçeya Surê ya Amedê Fatma Şik Barut jî anî ziman kul i gel hewaya sar jî welatî bi kelecan tên dengên xwe bi kar tînin, ew vê kelecana welatiyan gelek giring dibîne û got: “Li gel berîna berfê û hewaya sar jî welatî bi kelecan nêzî hilbijartinê dibin.” Piştî namzetan dengên xwe bi kar anîn li nava dibistanên hilbijartinan geriyan.


(zt)