Di demsala zivistanê de jin…

10:26

Ozlem ARICI – JINHA


AGIRÎ - Umran Aslan û Nuran Kaya li gundê Qosê ya Agiriyê dijîn û gotin ku demsala zivistanê ligel xweşîkbûna xwe ya xwezayê demsaleke gelek zehmet e. Ji bo Umran û Nuranê jiyan bi nimêja serê sibê dest pê dike û heya nimêja eşayê didome, di sermaya zivistanê de nan dipêjin, sergin kom dikin, ajalên xwe xwedî dikin.


Ligel xweşiya dîtbarî ya demsala zivistanê, jiyan heya biharê zehmet dimeşe.  Li rûyê erdê berf û  cemed e û her der sare. Bajarên wekî Wan, Bedlîs, Agirî, Erzirom, Çewlîk, Mûş, Colemêrg, Dêrsimê ji ber barîna berfa zêde jiyan radiweste. Wekî her sal îsal jî bi hezaran rê ji ber berfê hate girtin, dibistan ketin betlaneyê, av qerisî, nexweşiyên ku ji ber sermayê pêk tên rû da. Lê herî zêde demsala zivistanê li ser jinê bi bandore û bi taybetî jî li ser jinên ku li gund dijîn. Ji ber ku divê jiyan li vir raneweste. Xwarinê çêke, karê malê bike, zarokan xwedî bike, biçe ser kanî û avê bîne, ajalan xwedî bike, sobê pêxe û hwd.


Her demsal zehmetiyek vê ji bo jinê heye, demsala zivistanê jî bi vî rengiye. Umran Aslan û Nuran Kaya li gundê Qosê (Çayırlı) a 15 km dûrê Agiriyê dijîn. Jiyana her du jinan wekî bi hezaran jinên ku li gund dijîn e. Her du jin jiyana xwe ya rojek ji JINHA’yê re par vekirin.


Xewn û xeyalên xwe li ser dantelê dinexşîne


Umran Aslan, qala demsala zivistanê kir û diyar kir ku bi taybetî li herêmê zivistan pir dijwar derbas dibe. Umran, daxuyand ku ji bo van jiyan serê sibê zû dest pê dike. Umran, wiha jiyana xwe ya rojek anî ziman: “Karê min a yekem li mutbexê dest pê dike. Li baxçeyê didome. Ji bo me jinan demsala herî zehmet zivistan e. Pêxistina sobê, çûyina ser kanî, çêkirina nan a li xaniyê tenûre û hwd. Karê malê bi taybetî li ser milê minê. Li dijî şert û mercên herêmê û demsalê divê her tim tu têkoşîna jiyanê bidi.” Umran piştî ku karê xwe yê rojane diqetîne, xewn û xeyalên xwe li ser dantelê dinexşîne.


Jiyan bi nimêja serê sibê dest pê dike


Nuran Kaya 45 saliyê û dayika 4 zarokan e. Nuran jî wekî jinên din serê sibê zû dest bi kar dike. Nuran, da zanîn ku şert û mercên berê û ya niha wekhevin û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Di demsala zivistanê de jiyan gelek zehmet e. 40 sal beriya niha jiyana zivistanê ji bo min çibe niha jî bi vî rengî ye. Ji bo jinên ku li gundan dijîn jiyan bi nimêja serê sibê dest pê dike û heya nimêja eşayê didome. Kar û barên zivistanê pir zehmet e.”


Nuran, got ku di sermaya zivistanê de nan dipêjin, sergin kom dikin, ajalên xwe xwedî dikin û wiha got: “Em firaqên xwe li derve dişûn, diçin ser kaniyê, berfê paqij dikin û alikariyê didin hevserên xwe. Jinên kurd bi taybetî yên ku li gund dijîn zehmet be jî hemû kar û barê dikin. Li herême bi taybetî li Serhedê jinbûn gelek zehmet e. Jinbûn, zehmetiye û ked e, têkoşîna li dijî zehmetiyan e.”


(la)