Li Mûşê encamên hilbijartina hatin protesto kirin
23:16
JINHA
MÛŞ – Li Mûşê di dema encama hilbijartinan de hîle hatin kirin. Dema ku welahtî bi rewşê hesiyan daketin kolanan. Bi daketina gel ya kolana re jî gel rastî mudaxeleya polîsan hatin.
Hilbijartinên ku bi kelecanek mezin dihat şopandin, di dawiya hilbijartinan de jî di dema hejmartina dengan de hîle hatin kirin. Yek ji bajarên BDP têde serkeftî Mûşe, lê di dema hejamrtina dengan de hîle hatin kirin. Dema ku welatî bi rewşê hesiyan daketin kolanan û encamên derketine protesto kirin. Polîsan bi ava şid û bimbeyên gazê mudaxeleyî gelkirin.
Di navbera welatiyan û polîsan de rageşî derket û hîna rageşiya heyî berdewam dike.
(zt)

