'Di şeran de herî zêde jin mexdur dibin'
10:02
Tekoşin Tekin/JINHA
MÊRSİN – Deronasa Navenda Jınan ya İştarê ya Mêrsînê Sabahat Soyer diyar kir ku di cîhabê de şerên çêbûne hemû bi biryardayîna hişmendiya mêran û li gora berjewendiyên wan çêbûne. Sabahat anî ziman ku her dem di şeran de jin weke ganîmetên şer hatine dîtin û got: “Ji aliyê mêran ve jin weke amêrên tecawîzê hatine dîtin. Li welatên koçberî têde pir jî weke amêrên seksê hatine bikar anîn. Ji ber van sedeman jinan travmayên giran derbas kirine. Em hewil didin bi wan re bibin alîkar û di aliyê derunî de pirsgirêkên wan çareser bikin. Lê ji ber pirsgirêkên ziman kêm dimînin.”
Li tevahiya cîhanê de her dem şer bi biryara hişmendiya mêran û li gora berjewendiyên wan derketin. Di şeran de jî herî zêde jin û zarokan para xwe ji mexduriyetê girtine. Yek ji wan şerên ku jin zarokan para xwe ji mexduryetê girtine jî şerê niha li Suriyê tê meşandine. Di şerê li Suriyê de çete bi navê îslamê bi êrîşkarî û mêtîngerî li ser gel de diçin. Bi mahreyên direwîn jin dibin mexdurê tecawîza çeteyan û di revin ji derveyî sînor. Tecawîza tenê mijara wê hatî guherîn hîna bi hemû qirêjiya xwe berdewam dike. Koçberên Suriyê koçî welatên cîran dikin. Li Tirkiyê jî şer bi tiravmayên xwe di jiyanê de berdewam dike. Deronasa Navenda Jınan ya İştarê ya Mêrsînê Sabahat Sover da zanîn ku Mêrsîn yek ji bajarên ku gelek Suryeyî ji ber sedemên şer ji bo parastina xwe têde bi cîh bûne û bi sedan jinên pirsgirêkên derunî jiyan kirine hene. Sabahat destnîşan kir ku li gora serlêdanek pir ya jinan ji ber sedemên derunî hene, lê ji ber pirsgirêkên ziman û ne têgihiştinê ew nikarin bi qasî tê xwestin bibin alîkar ji wan jinan re.
‘Jin dibin mexdurê hişmendiya destihal ya parvekirinên şer’
Derunas Sabahat balkişand li ser mexduriyên mirovan yên di dema şer de û wiha got: “Evane tev îsên mirovane dikujin û zêdekirina pirsgirêkên derunîne. Di şeran de her dem jin yên weke çîna jêr tên dîtin mexdur dibin. Her dem şer bûyerên ji ber parvekirin û berjewendiyên hişmendiya serdest ya mêran derdikevin. Ji ber her dem mexdurê herî mezin yên şeran jinin. Mir ji bo parastina hişmendiya xwe yan jî parastina dewletê ya ku yek ji berhamê deshilatiya mêrane li hev ne kirin û şer di navbera wan de derdikevin. Cardin wendahiyên herî mezin jin didin.”
Di şeran de ganîmetbûyîna jinan (!)
Sabahat balkişand li ser di şeran de weke ganîmet dîtina jinan û wiha domand: “jin ji ber di aliyê aborî de gelek caran nikare li xwe û zarokên xwe binêre, ji ber van sedeman gelek caran rastî şidetê tên. Bê goman di şeran de di gelek aliyan de mexdurbûna jinan û zêdetir di aliyê derunî de bandorbûna wan li ber çavane.”
Bi muçeyek kêm û tekoşîna derunî
Sabahat bilêv kir ku jinên koçberên Suriye yên ku serî li wan didin ji ber bi zimanê erebî dipeyîvin û derunas ji ber pirsgirêkên ziman û ne têgihiştinê pir nikarin bi wan re bibin alîkar û wiha berdewam kir: “Şansek yê meyê ku em ji dewletê wergervan bixwazin nîne. Lig ora derfetên xwe me çend wergervan dîtine. Lê ev pir kême û bil ez divê hijmara wan bê zêdekirin. Li gel van pirsgirêkan koçber pirsgirêkên aborî jiyan dikin. Di dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zoriyê dikêşin. Herî zêde jî di aliyê fatoreyên av û ceryanê de pirsgirêkan dijîn. Tu alîkarî nayê dayîna wan. Li gel van jî di dema karkirinê de mêtîngeriyê li ser keda wan dikin.”
‘Jin mêrê li gel xwe weke ewlehiya xwe dibînin’
Sabahat wiha axivî: “Mirovên ku nikarin pêdiviyên xweyên sereke bînin cîh. Di dema hewildana dabinkirinên pêdiviyên xwe de heskirina wan ya jiyanê. Ev rewşane tev di aliyê nerênî de deruniya wan bandor dike.” Sabahat diyar kir ku her dem şer di aliyê tenduristiya jiyana mirovan de bandorên neyênî dike. Sabahat anî ziman k udi rewşên şer de her dem yek ji pêdiviyên mirovan yê sereke ewlehiye û mirov tekoşîna wê didin û got: “Şer di mirovan de hîsên ewlehiyê nahêle. Ji xwe em di welatek lig ora hişmendiya mêran ya deshilat tev digeri de dijîn. Ji ber wê jî her dem hişmediyek wiha çêkirine jin ji aliê mêran ve tê parastin. Mixabin vê hişmendiyê binhişiyek wiha bi jinan re avakiriye, jin mêrê li gel xwe weke ewlehiya xwe dibîne.”
‘Şerê baş û xirab nîne û şer ji hev nayên cidakirin’
Sabahat da zanîn ku baweriya bi hêvîkirina cîhanek adîl û wekhav hêzek mizin ya mirovan li ser lingan dihêleye. Sabahat anî ziman ku bi başî fikirandina mirovan bandorê li ser deruniyî û pêşeroja wan dike û wiha got: “Şer baweriya mirovan ya li hemberî cîhanek wekhev kêmdike. Şerê baş û xirab nîne, di aliyê baş û xirabiyê de şer ji hev nayên cuda kirin. Şer amêrek hovane ya ku hemû mirovan mexdur dike, hêviyên wan yên li hember cîhanek wekhev kêm dike û nirxên wan yên dîrokî û civakî tune dike. Her wiha şer dibe sedema mirov koçber bibe li cihên cuda û biyanî bi cîh bibin. Di van rewşan de herî zêde jin mexdur dibin û jin li hemberî jiyanê û pêşeroja cîhanek wekhev hêviyên xwe wenda bike. Li gel van sedemên kum e rêz kirine tê dîtin ku şer ji bo jiyana jinan sedemek mezin yê mexduryetêye.”
(zt)

