Konferansa ‘Şoreşa jiyana civakî, dê bi têkoşîna azadiya jinê pêk bê’ dest pê kir
12:07
JINHA
AMED – Konferansa DOKH'ê ya bi mijara 'Polîtîkayên civakî ya der barê jinê de" li Amedê bi tevlibûna nûnerên saziyên sivîl, parlamenter û şaredarên BDP'ê dest pê kir.
Bi pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk bi dirûşma “Şoreşa jiyana civakî, dê bi têkoşîna azadiya jinê pêk bê” konferansa bi mijara "Polîtîkayên civakî ya der barê jinê de' tê lidarxistin. Li gelek bajaran bi dehan nûnerên saziyên sivîl, parlamenter û şaredarên BDP’ê tevli konferansê bûn. Jinan dê polîtîkayên civakî û polîtîkayên li hemberî jinê 2 rojan binirxînin.
Konferans li Amedê bi dirûşma “Şoreşa jiyana civakî, dê bi têkoşîna azadiya jinê pêk bê” li salona Konferansê ya Vedat Aydin a BDP’ê pêk tê. Di konferansê de jin dê li ser polîtîkayên civakî û vîna civakî a jinê rawestin. Her wiha dê li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd, nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî jinên muxalîf nîqaş bên kirin. Di roja duyem jî jin têkoşîna li hemberî zîhniyeta serdest a mêr nêrînên xwe bînin ziman û ji bo pêşerojê dê plansaziya xwe çêbikin û piştî encamnameya konferansê konferans bi dawî bibe.
(la)

