Jiyana jinên ku di konan de dijîn û tekoşîna wan ya jiyanê!
10:11
Tekoşin Tekin - Ozlem Akın / JINHA
EDENE – Li bajaroka Tuzla ya girêdayî navçeya Karataşê jiyana jinên ku jiyana xwe di konên ji qamîş û naylonan hatî çêkirin de berdewam dikin. Dibin wan konan de jin hem alîkariya aboriya malabata xwe dikin û hem jî dibin wan konan de tevayî pêdiviyên rojane yên malbata xwe dabîn dikin. Jinên ku di wan şertên zor de dijîn li benda alîkariyêne.
Ji ber şarê demdirêj yê li herêmê welatiyan hem ji ber rewşa aborî û hem jî ber zilma dewletê ji herêmê koçî bajarên aliyê Tirkiyê cihên weke Edene kirine. Navçeya Karataş ya Edeneyê yek ji wan cihên ku herî zêde koçber têde dijîn. Bi sedan welatî li bajaroka Tuzla ya girêdayî navçeye Karataşê dibin konên ji qamîş û nayîlonan hatî çêkirin de jiyana xwe berdewam dikin. Di jiyana zor û zehmet ya dibin wan konan de herî zêde jin bandor dibin. Jin li wê hem di zeviyande dixebitin, hem li zarokên xwe dinêrin û hem jî giştî pêdiviyên rojane yên maltaba xwe tînin cîh. Yek ji wan jinên ku di vê jiyana koçberiyê û şertên zor de dijî jî Hure Yilmaz ya ku ji gundek girêdayî bajaroka Dêrgulêya Şirnexêye û berî niha 23’ê salan li gel malbata xwe ji ber zordariya dewletê koçî bajaroka Tuzlaya Karataşê kiribûye. Hure got: “Dewletê gundê me şewitand û em ji ser axa me sirgun kirin.”
Jin û mêr bi hev re di zeviyan de dixebitin.
Hure diyar kir ku ew di şertên gelek zor de dijîn û wiha got: “Em li gel mêran di çin di zevî û bîstanan de dixebitîn. Dema ku mêr ji nava zeviyan vedigerin malê karê wan diqedin. Lê em jin dema ku ji nava zevî û bîstanan vedigerîn malê vê carê karê mey ê nava malê despêdike. Em din ava malê de yanî di van konan de pêdiviyên zarok û mala xwe dabîn dikîn. Din ava zeviyan de ji xwe em gelek diwsetîn. Di van şertên zor de av jî din ava konan de nîne em avê jî dikêşîn. Em li ser agir xwarina xwe çêdikî û ji bo wê jî daran kom dikîn. Heta saetên derengiya şevê em kincan dişon. Di saetên serê sibê yên zu de jî em radibin û diçin kar.” Hurî anî ziman ku ew dixwazin vegerin gundên xwe û wiha domand: “Em dixwazin aştî çêbibe. Em dixwazin di serî de serokê me Serok Apo û hemû girtiyên girtîgihan derkevin û bigihin azadiya xwe. Heger ew gihiştin azadiya xwe emê jî aram û azad bibin. Wê demê ji bom e bêjin herin li ku emê biçin.”
‘Em êşa hemû demsalan dikêşîn’
Salîha Çakar ya ku berî niha 5 salan ji Şirnex hatiye û bi yek mirovê xwe re zewiciye jî da zanîn ku wê dixwest navê wê Kurdistan be, lê di dema qeyîdkirinê de pirsgirêk derxistin ji bo navê Kurdistan û navê wê kirin Salîha. Her çendî k udi qeyîdê de navê wê kiribin Salîha jî lê di nava jiyanê de Kurdistan tê naskirin û her kes jêre dibêjin Kurdistan. Kurdistan ya ku dayîka du zarokane jî qala zoriyên xwe û zarokên xwe yên di jiyana koçberî û bin kona de kir. Kurdistan destnîşan kir ku ev 5 salin ew dibin konan de jiyana xwe berdewam dikin û bi tu awayî alîkarî ji bo wan nehatiye kirin. Kurdistan bilêv kir ku hem di havînê de û hem jî di zivistanê de gelek zoriyan dikêşin û wiha axivî: “Di zivistanê de hemû tiştên me dinava heriyê de dimînin. Konên me hemû qetiyayî ne zivistanan em ditirsin ku bi ser me û zarokên me de bên. Di germa havînê de jî em li ber tav dikelin.”
‘Mal çawanin zarokên me nizanin’
Kurdistan diyar kir ku ji ber zarokên wan di konan de mezin bûne û tenê kon dîtine, konan weke mal dizanin. Kurdistan anî ziman ku ew dixwazin vegerin gundên xwe û weke her kesê di malan de zarokên xwe xwedî bikin û wiha berdewam kir: “Em dixwazin azrokên me weke zarokên dinê bijîn. Mal çawaye zarokên min nizanin. Em dixwazin weke herkesê jiyanek asayî bijîn.” Kurdistan da zanîn ku ew mafên xwe dixwazin û wiha pêde çu: “Em dixwazin vegerin gundên xwe li ser axa xwe weke her kesê jiyan bikin. Em niha dibin tundiyêdenin û neçarin ku bi vî awayî jiyan bikîn.”
Koçberên dibin çadiran de dijîn li benda alîkariyêne
Meryem Kayik jî berî niha bi salan ji ber sedemên aborî li gel malbata xwe ji gundê Aşlicanê yê girêdayî navçeya Girêsor ya Rihayê koçî navçeya Edeneyê ya Karataşê kirine. Meryem destnîşan kir ku ew ji ber sedemên aborî hatine li vêderê bicîh bûne û bi xebata xwe ya li zevî û bîstanan de debara xwe dikin û wiha got: “Heger em neçin van karan nekin ne ji bom e av ne jî ceryan nayê. Bi tankêran av ji bom e tê. Wê avê jî ji bîran tînin. Li vêderê jin û mêr heman karî dikin.” Meryem bilêv kir kul i gel evqas karê ew dikin û jiyana wan ya zor jî muçeyek gelek kêm digirin û domand: “Li gorî ku em di konan de jî dijîn cardin weke her kesê em heqê fatoreyên av û ceryanê didin. Ji xe hejmara me jî zêdeye. Bi muçeyê em digirin bi zor em debara jiyana xwe ya rojane dikin. Em tenê rojekê ne xebitin emê wê rojê birsî bimînin.”
Li gel Meryem Kurdistan û Hure gelek welatî li wê diwan şertan de dijîn û hemû li benda alîkariyêne.
(zt)

